Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navê qurbaniyên teqîna li balafirgeha Ataturk de eşkere bû

21:26 - 30 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Polîsê Tirkiyê navê qurbaniyên li teqîna Stenbolê de ragehand, û navê Îraniyekê jî di nav de ye.

Serbarê vê ku pêştir hatibû ragehandin ku 5 Îranî di vê teqînê de birîndar bûne, û 2 Îranî jî bûne qurbanî, lê polîs tenê navê yek kesî ragehand, ku ew jî “Salar Dawûdiyê Kohnêşehrî” bûye.

Li ser bingeha raporên herî dawiyê, di vê teqînê de, 41 kesan jiyana xwe ji dest dan, û 231 kes jî birîndar bûn.

Di nava kuştiyan de, 5 Erebistanî, yek Tûnisî, yek Ozbek, 2 Îraqî, yek Urdunî, Yek Okraynî, û yek Çînî hebûne.

Êrîşa li ser balafirgeha Ataturk di Stenbolê de, yek ji êrîşên herî serkevtî ên êrîşkaran bû, ku karîn pilana xwe heya qasekî cîbicî bikin, û ew der yek ji wan ciyan e ku di bin çavdêriya herî tund ya hêzên ewlehiyê de ye.

Herçend ku serokwezîrê Tirkiyê tiliya tawanbariyê ber bi aliyê DAÎŞ’ê ve dirêj kir, û serkomarê Tirkiyê jî PKK tawanbar kir, lê heya niha tu aliyekî berpirsyariya vê êrîşê negirtiye stûyê xwe.