Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihû daxwaz dikin xwenîşandan Roja Qudsê li Almaniya bê qedexekirin

22:25 - 30 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Serokê Komeleya Kultûrî ya Cihûyan li bajarên Monîx û Bayern daxwaz ji Hikûmeta Almaniya kir ku meşên ‘Roja Quds’ di wî welatî de bê qedexekirin. Li gor navborî, bona lidarxistina van rê û resm ji azadiya demokratîk mifaha xirab tê wergirtin.

Li gor nûçeya ku li « DW » hatiye belavkirin, Şarlot Knoblox Serokê Komeleya Kultûrî ya Cihûyan li Monîx û Bayern li Almaniya, roja çarşemî 29.06.2016an ragehand ku « rê û resma Roja Quds bi taybetî ku hemû salê li Berlînê tê lidarxistin, bûye derfet û bernameyek bona propagenda li dijî Îsraîl û belavkirina kerb û kînê li dijî Cihûyan. »

Bi baweriya Knoblox, dayîna moletê bi wan « rê û resmên îdeolojîk û dijî Îsraîlî » li Berlînê « ne berpirsane û ji bîr kirina dîrokê ye. »

Herwiha Serokê Civata Navendî ya Cihûyên Almaniya Jozêf Şostêr, derbarê dayîna moleta aqnûnî bona lidarxistina Roja Quds, rexneyên tund ji rayedarên bajarên Berlînê girt û wiha got : « Ev cihê şermezarî ye ku li Berlînê rê bi dijberîkirina Cihûyan û belavkirina kîn û nefretê li dijî Îsraîlê tê dayîn. »

Berpirsyarên bajarê Berlînê bona lidarxistina rê û resma îsal a Roja Quds ku roja şemî 02/07/2016an tê lidarxistin, komek biryar û asteng derxistine. Bo mînak hilgirtin û hilwaîstina ala rêxistina terorîstî ya Hizbulaha Lubnanê di xwenîşandana şemiya pêş de hatiye qedexekirin.

Frank Hênkl, Senatorê bajarê Berlînê diyar kiriye ku hilgirtina ala Hizbulaha Lubnanê û her wêneyek ku çek tê de bibe, di wê rê û resmê de qedexe ye.

Polîsê Berlînê jî ragehandiye, ne tenê ala Hizbulahê, belkî hilgirtin û nîşandana hêmayên din ên wê rêxistinê jî qedxe ne. Ligel vê yekê, her core kiryareke tund û tûj ji aliyê xwepêşanderan ve jî qedexe ye.

Şarlot Knoblox Serokê Komeleya Kultûrî ya Cihûyan li Monîx û Bayern li Almaniya, pêşwaziyê ji wan biryaran dike, lê guman ji vê yekê heye ku beşdarên meşê wan rê û cih û biryaran berçav bigrin.

Roja Quds bone û hicetek e ku rêberên rejîma Îranê bona piştevanî ji liq û baskên xwe yên terorîstî li herêmê diyarî kiriye û çi peywendiyek bi mafên mirovî yên gelê Filistînê ve nîne. Îna dawî ya meha Remezanê weke Roja Quds hatiye binavkirin û hemû salekê di wê rojê de meşên hikûmetî li Îranê û hindek welatên din ji aliyê rejîma Îranê ve tên organîzekirin û lidarxistin.