• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-11-22 / 1396-09-01   

Sekreterê giştî ê PDKÎ kiryara terorîstî ya balafirxaneya Ataturk li Stenbolê mehkûm kir

2016-07-02 / 1395/04/12 - 17:04 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Sekreterê giştî ê PDKÎ kiryara terorîstî ya balafirxaneya Ataturk li Stenbolê mehkûm kir
Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ bi belavkirina peyamekê kiryara terorîstî ya balafirxanaeya Ataturk mehkûm kir.

Deqa peyamê:

Mehkûmkirina kiryareke terorîstî


Şeva 28’ê Hezîranê, li kiryareke terorîstî, ku di balafirxaneya Stenbolê de rû da, dehan kes ji xelkê sivîl yan hatin kuştin, yan jî birîndar bûn.

Em vê kiryara terorîstî ji aliyê her kes û alî û welatekî ve hatibe encamdayîn, mehkûm dikin, û sersaxiyê dibêjne malbata kuştiyên vê bûyerê, û xelkê Tirkiyê, û em hêvî dikin ku birînên birîndaran gellek zû baş (qenc) bin.

PDKÎ
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî
30.06.2016
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 314 Dî wê hejmarê de:

-Erdheja siyasî
-Şikesta Kerkûkê dawiya rê nine!
-Pêşmercê serkevtinê, yekrêzî û pêkvebûn e