Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya Mistefa Hicrî bi boneya cejna Remezanê

22:15 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ bi boneya cejna Remezana pîrozbahî li hevwelatiyan kir.

Deqa peyamê:

Bi boneya cejna Remezanê, ez pîrozbahiyeke germ li hemû malbatên şehîdan, bi taybetî malbatên pêşmergeyên şehîd ên vê dawiyê ên Rojhilata Kurdistanê dikim, ku bi destên bikirêgirtiyên rejîma Komara Îslamiya Îranê di şerê parastina rewa û qehremanane de, û di pêxema armancên gelê Kurd de hatin şehîdkirin.

Herwisa ez pîrozbahiyeke germ li girtiyên siyasî û malbatên wan, û li xelkê Kurd li Kurdistana Îranê û bi giştî li hemû gelê Kurd dikim.

Hêvî dikim ku ev cejn, destpêka destpêkirina rojên cejn û xweşiyên rastîn ên serkevtina xebata hemû aliyane a şoreşa nû ya gelê me be, ku encama wê, rizgariya ji destê zordariya rejîma Komara Îslamî ye.

Cardin cejna we pîroz be

PDKÎ
Mistefa Hicrî

15.04.1395
05.06.2016