Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî hêza “Berevaniya Neteweyî” (Bergiriya Millî) li herêma “Çomî Mecîdxan” çû ser dilovaniya xwe

22:42 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: “Ehmed Salkî” endamê hêza “Berevaniya Neteweyî” bi sedema bitemen bûnê çû ser dilovaniya xwe.

Li gor nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 2’ê Temûza 2016’an, Ehmed Salkî endamê hêza “Berevaniya Neteweyî” a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, xelkê gundê “Qeregul” a girêdayî herêma “Çomî Mecîdxan” li temenê 92 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.

Navbirî birayê “mela Mehmûd Salkî” û mamê “Îbrahîm Salkî”, şehîdê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bû.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê sersaxiyê û serxweşiyê dibêje malbat, xizim û kes û karên wî, xwe di vê xem û keserea wan de şêrîk dizan e.