Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo 6 bazên Rojhilata têhniyê azadiyê

14:44 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2016

Dema ku hêza tarîperest wekî ewrekî reş, esmanê hinda sere we dagirt, û xwest ku pêşiya çirûska we bigre!

Hûn demek bû ku rabibûn!

Demek bû ku ji vê têgihîştibûn ku her çi tarîtiya dinyayê hebe,
Hêza veşartina ronahiya momekê jî nîne!


26’ê Cozerdana 1395 (15’ê hezîran)ê, qemekêş û “G3” bi destên komara merg û îdamê, bi çavsaxiya taqmeke xwefiroş a qirêjxwar, gundê Qere Seqel a Şinoyê dorpêç kirin,ku desteyek ji dersxwanên mekteba serdarê demokrasiyê di nav xwe de divehewand.

Desteyek ji lehengên Kurdistanê, ku agir berdane laşê qirêj ê dijminên azadiyê, û stûnên sist ên hêza dagîrkar ên Kurdistanê xistin lerzê, û wekî qehremanên xebata çekdarî ya sala 46 -47 (1987-1988)’an ku girava aram ya Mihemedriza Şah şilqandin, destarêsiya Qere Seqel afirandin, û bi “rasan” (rabûn)a çiya, ava mend ya Tehranê Şilqandin.

Wan bi destnrêsiya xwe û bi qehremantioya xwe selimandin ku mirovê şoreşger dikare merg û mirinê bixe qedeman, û bi şehîdbûna xwe wateyek nû bexşîne jiyanê, ew li dijî koletiyê û li dijî bindestiyê bûn, lewra serî hildan. Şehîd Kemal Xizrî, Luqman Şêxanî, Xalid Peyxamî, Selah nadirî, Cemal Îsma’îlî û Seyîd Umer Husênî, şeş serqafile, şeş leheng, şeş xebatkarên rastîn ê rêbaza şehîdên Kurdistanê, bûne sembol û remza rabûna Rojhilata Kurdistanê, ku rê û şopa jiyan û xebatê ji Qazî û Qasimlo û Şerefkendê ve hîn bibûn.

Hevalê serwer Kemal Xizrî:

Kemal Xizrî kurê Mehmûd jidayîkbûyê sala 1968’an, li gundê Şawanê, ya ser bi Şinoyê li malbateke welatparêz û cotkar de ji dayîk bû.

Navbirî piştî devberdana ji xwendinê, tevî endamên malbata xwe bona bidestxistina bijîwa jiyanê, dest bi kar û kasibî û karê cotkariyê dike.

Di sala 1368 (1989)’an de dibe pêşmerge, û di melbenda “Şimal”ê de tê birêkxistinkirin. Di sala 1370 (1991)’an de, ji bo hêza Kêleşînê tê veguhastin. Di sala 1993’an de bo dewreya “bêtêl” (bêsîm)ê tê şandin, û piştî salekê wekî beşa gumrikê tê diyarîkirin, û sala 1995’an bo dewreya siyasî tê şandin, û piştre wek kadrê pile 4 di beşên curbicur de, dest bi tekoşînê dike, û di sala 1998’an de wekî fermandarê desteya komando a nexedê tê diyarîkirin,û piştî têkelkiirna komîte şaristanan, û pêkhatina organa “nawend”, heval Kemal wekî serdeste û çend caran jî wekî endamê Nawenda 3 tê hilbijartin, û di beşên Perwerde, Malî û emniyetê de kar kiriye.

Di sala 2002’an de, diçe dewreya siyasî ya kadrê pile 3, û bi serkevtin ve vê qonaxê jî bi dawî tîne, û heya
Dema şehîdbûna xwe jî, bi wergirtina berpirsatiyên cur bi cur kar û tekoşîn kir. Ew yek ji wan kadrên herî xweşnav û kêrhatî di herêma şinoyê de bû. Navbirî tu carî di hemberî zulm û zordarî û xedrê de serî netewand, û morala xwe ji dest neda, û di demên herî hestiyar ya xebatê de, di hemberî metirsiyan de sekinî, û morala xwe ji dest neda.

Wî hertim digot:

“Yên ku çokên wan dilerizin, şoreşger nînin.
Yên ku ditirsin Demokrat nînin.
Yên ku dibêjin, em nikarin û em bê hêvî ne.
Şik û guman ji Kurdbûna wan heye.

Demokratekî şoreşger ê Kurd,
Ne ditirse, ne çokên wan dilerize, û ne jî dibêje ku ji destê me nahê. Kurd natirse
Demokrat nakeve
Şoreşger nalerize
Pêşmergê Demokrat, yan Kurdistan yan neman dibêje”.

Hevalê serwer Luqman Şêxanî:

Luqman Şêxanî kurê Ebdullah jidayîkbûyê sala 1976’an de, li gundê Şêxan a Şinoyê bûye. Di temenê 7 saliyê de diçe xwendingehê, û heya pola yekem ya nawendî dixwîne, lê mixabin bi sedema destkurtiya malbata xwe naçar dibe, dev ji xwendinê berde, û serbarê temenê kêm, hewla bidestxistina bijîwa jiyana xwe dide.

Di sala 1994’an de, dibe pêşmerge û piştî bidawîanîna dwreya destpêkî ya pêşmerge, di hêza Kêleşîn de tê organîzekirin, û bi sedema kêrhatîbûnê, dibe cihgirpel, serpel, û cihgirê deste, û piştre jî dewreya siyasî ya kadriyê dibîne, û dibe kadrê pile çar. Di sala 2012’an de, dewreya pileya sê ya kadriyê dibîne, û dibe kadrê pile 3.

Di konferansa sala 2015’an de, dine endamê Nawendê (Desteya Birêvebir ya Nawenda 3), û dibe berpirsê beşa teşkîlata eşkere ya nawendê. Piştre dibe berpirsê Emniyet a Nawenda 3, û heya dema şehîdbûnê div ê beşê de xizmet kir. Navbirî pêşmergeyekî dilsoj û rastgo û pak bû, û hertim di çepera xebat û tekoşînê de amade bû.

Heval Selah Nadirî:

Hevalê şehîd Selah Nadirî hunermendekî şoreşger, xebatkarekî xwedî moral, mirovek ji toxmê herman û tavê, kurê Mehmûd di 2’ê Pûşpera sala 1360 (Hezîrana 1981)’an dimalbatekî welatparêz û pêşmergeperwer ji dayîk bûye. Xwendina destpêkî di gundê Kanî Sêw bi dawî tine. Bo qonaxa Nawendî salekê di Bokanê dibe, û du salên din jî li gundê Xelîfanê dibe. Piştî derbazkirina qonaxa nawendî, bona domandina xwendinê die Mehabadê. Salekê li Mehabadê dixwîne, û piştre qonaxa paşnawendî di beşa zanistên çandinê,di Urmiyê de dixwîne (paşnawendî a şevane). Di sala 1998’an de refa xebat û tekoşîna li dijî azadîkujan hildibjêre, û çeka bergiriya ji kerameta neteweya xwe hildigre. Di sala 2000’î de dice beça Fîlmê a PDKÎ de. Şehîd Selah Nadirî di vir de ye ku tevlî cîhana huner û ragehandinê dibe. Di sala 2008’an de, di peymangeha teknîkî ya Hewlêrê de beşa Ragehandinê bi serkevtin ve bi dawî tine. Ew di doma xwendina xwe de, erkên xwe yên hizbî jî bi başî bi rê ve dibe.

Piştî bidawîanîna xwendina xwe, bi sedema jîrbûna wî, û asta bilind ya zanyariyên wî, daxwaz jê tê kirin, ku wekî alîkarê mamosta li zanîngehê bimîne, lê ew qebûl nake, û vedigere TISHK TV’yê û bi dilsojiyele bê hempa karûbarê xwe yê hizbî di vir de bi rê ve dibe.

Şehîd Selah Nadirî ku dawî pileya wî, kadrê pile 3 bû, di dawî erkdariya xwe de vegeriya kûrahiya nîştiman, û li vir digel 5 hevalên leheng di şerê Qere Seqel a Şinoyê de canê xwe pêşkêşî baregeha pirr ji serwerî a hizb û gel kir.

Hevalê serwer Cemal Îsma’îlî:

Hevalê şehîd Cemal Îsma’îlî di sala 1984’an de, di malbateke welatparêz li gundê Qelatan a Nexedê ji dayîk bûye. Di sala 1999’an de, pêwendiyê bi teşkîlata PDKÎ ve digre û wekî endamekî nepenî (nihênî) di navxwe ya welat de dest dike bi kar û tekoşîna hizbî.

Heval şehîd Cemal Îsma’îlî endamekî xwedîşiyan û dilsoj bû,û alîkarekî baş bo endamên din ên navxwe a welat de bû.

Di sala 2011’an de, bi sedema eşkerebûnê, kincê pîroz ê pêşmergatiyê li xwe dike, û domandina tekoşîna wî di nav PDKÎ de dibe. Di dema pêşmergatiya xwe de, gellek erkên metirsîdar û girîng di navxwe ya welat de bi rê ve birin, û serbarê birîndarbûnê, dîsan jî ji caran zêdetir dibû mertal bo hizb û gelê xwe.

Di newroza 2016’an de, ku peyama pêkvegirêdana çiya û bajaran ji aliyê birêz Mistefa Hicrî ve hate dayîn, şehîd Cemal Îsma’îlî gllek kêfxweş dibe, û dibêje ku emê be rbi nîştimana xwe ve bifirin, û firîna me ya vê carê bo wargehê evîn û jînê ye.

Hevalê serwer Seyîd Umer Husênî:

Hevalê şehîd Seyîd Umer Husênî kurê Seyîd Qadir, xelkê gundê Bêjawê ya ser bi navçeya Şinoyê, di sala 1974’an de, di nava malbateke
Navdar a Şinoyê de ji dayîk dibe.

Di sala 1999’an de, dibe pêşmerge û heya sala 2001’an pêşmergatiyê dike. Her div ê sale de, bo Nawenda 3 tê şandin, piştre ji aliyê hizbê ve, bo karê hizbî bo navxwe ya welat tê şandin. Piştî salekê kar û tekoşînê, ew hate girtin û hukmê girtina dirêjheyam bi ser de hate sepandin. Şehîd Seyîd Umer Husênî piştî du salan ku di girtîgehê de ma, û piştre îznek pê hate dayîn ku serdana malbata xwe bike, lê wî ew derfet bi kar anî, û xwe gehande nav PDKÎ de.

Piştre çû Swîdê, û li wir jî berdewam karê hizbî dikir. Ew piştre dibe endamê komîteya Urubiroyê, û hewisa bû endamê nawenda Yekîtiya Kurdan.

Dawî car, piştî biryara PDKÎ bona pêkvegirêdana xebata çiya û bajar, wî dev ji xweşiya jiyana Ewropayê, û hezkiriyên xwe û keç û hevjîna xwe berda, û vegeriya Kurdistanê, û çeka bergirî ji şeref û kerameta neteweya xwe kire mile xwe de, û tevî şêrêkurên herêma Şinoyê, ber bi Şinoyê ve çûn, û li wir berbirûyê şerekî sepand bûn, lê wan bi xwîna xwe ya sor destanrêsiyeke pirr mezin afirandin û kelexê dehan caş û pasdaran di qada şer de rêz kirin.

Hevalê serwer Xalid Pêyxamî di sala 1983’an de di nav malbateke welatparêz de, di gundê “Rizîwê” a Şinoyê de ji dayî bû. Di sala 1990’î de dice xwendingehê, û heya pla yekê nawendî dixwîne.

Navbirî di sala 2001’an de, pêwendiyê bi teşkîlata PDKÎ ve digre, û wekî endamekî çalak erkên hizbî bi rê ve dibe, û komek ciwanên çalak li dewra teçkîlata hizbê kom dike, û teşkîlateke serûber pêk tine, û gellek çalakne erkên hizbî bi rê ve dibe. Piştî eşkerebûnê rû li binkeyên PDKÎ dike, û kincê pîroz ê pêşmergatiyê li xwe dike, û hey demên dawiyê ên jiyana xwe gellek dilsojane karên hizbî bi rê ve dibe.

Şehîd Xalid berî sefera xwe ya bêveger rû li yek ji hevalên xwe gotibû: em karwanê rêbazekê ne, em dizanin ku me çi kiriye, em li kuderê ne, û ber bi ku ve dicing, û dibe çi jî bikin, û encama wê jî ji me re eşkere ye, lewra nirx û qurbanîdan, xwezaya hemû şoreşekî rewa ye.

Şehîd Xalid Pêyxamî bi vê têgihîştin, û bi vê hêz û morala xwe ve, di nav dil û cergê dijmin de, digel hevalên xwe yên din, bi qehremanetî şer kirin, û bi vî şerê xwe yê mêrxasane dersên jibîrnekirî dane van caş û neyarên ku di benda xweradestkirina van mêrxasan bûn, û ew destanrêsiya wan wê bo heta heta di nav rûpelên zêrîn ên dîroka Kurd û Kurdistanê de bimîne.