Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zendeqa zordarn û sitemkaran ji hevgirtina çiya û bajar çûye

14:53 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kerîm Perwîzî

Desthilata serkutkar û terorîstperwer a Komara sêdareyê, bona domandina desthilata xwe ya xedar, herdem dixwaze cudahiyê bixe nava gelan û xelkê ji hev veqetîne.

Propagend û pîlanên rêjîmê bona vê yekê ne ku ji xelkê kurd li gund û bajaran re bibêje ku eva Pêşmerge ye ku dibe sedema afirandina pirsgirêkan ji we re û hebûna Pêşmerge dibe sedema malwêranî û agirberdan ji jiyan û têkbirina ewlehî û asayişa we.

Her heman desthilata gemar, bi pîlan û çêkirina şerê derûnî ji Pêşmerge re bibêje ku hûn bona kî jiyana xwe fîda û gorî dikin ? Gel we naxwaze û ji we hez nake û ne rêzê ji fidakariya we digire û hûn hatine jibîrkirin.

Ev komploya gemar û qirêj a desthilata dîktator a Tehranê, di nava kesên ku alîgirên xwe radestkirinê ne û nehez û dijberên xebat û fidakariya keç û xortên çavvekirî û hêviyên nîştimana me alîgir hene û dengê wan dubare dibe û tê bihîstin.

Evna nîşan didin ku bi hev re bûna xebata bajar û çiya, hevgirtina Pêşmerge û gel, stratêjiya bi hev re girêdana xebata siyasî û cemawerî û rabûna gel û Pêşmerge, xala lawaz a rêjîmê ye û bilindgoyên wê dike armanc û dezgeha sitem û zordariyê û kirêgirtiyên wê dixe lerizînê.

Di 22’ê Pûşper (13’ê Tîrmehê) de bajar û gundên Kurdistanê, peyama yekdest a pêşwaziyê ji xebata Pêşmerge re dişînin

Neyarên kurd û kesên ku herdem amade ne xwe radest bikin, berdewam propaganda û bang û hawara vê yekê kirine ku Pêşmerge ji bo kurd ne hewce ye û rêya asûde ya jiyanê, rêya teslîmbûnê weke tişteke rast û heyî û stû xwarkirin li hemberî qederê ye.

Gellek sal in ku dengê nexweş ê dijberîkirina keç û xortên jêhatîyên welat tê bihîstin ku ji aliyê desthilata dîktator û sereberdayî ya Tehranê be tê sazkirin û dikeve rojevê.

Gund û bajarên Kurdistanê mêjsalên dûr û dirêj in ku di bin potîn û postalên Pasdarên terorîst de rastî zilm û sitemkariyê tên û çend sed hezar hêzên qirker û dijî gelî anîne Kurdistanê, lê kurdan bi vê yekê tawanbar dikin ku ji şer û kuştinê hez dikin.

Hêza zilimkar û zordest sedan hezar kes ji çekdarên şandî yên desthilatdarên Tehranê nabînin, lê keç û xortên fîdakar ên welat bi vê yekê tometbar dikin ku şerxwaz in.

Di 22ê Pûşperê de (27mîn salvegera terorkirina Dr Qasimlo û hevalê wî) gund û bajarên Kurdistanê bi hev re dê bi dengê dilêr û bilind greva giştî li Kurdistanê lidar bixin bona nerazîbûn li hemberî terorîstan û herwiha dê peyama pêşwazî ji Pêşmerge bişînin.

Hemaseyên Şino û Kosalan selimandin ku kurd bi îrade ne û li ser pêyên xwe sekinîne

Demeke dirêj e dijminên azadiyê û tarîperestên Cemaranê û kirêgirtiyên wan gotegota vê yekê belav dikin ku qaşo Kurdistan dagir kirine û bi tevahî teslîm bûye.

Gotegotên celad û kopal bidestên wan gellek bê şermane û rûreşane wiha hatine belavkirin ku hetanî hinek kesên nevêrok û tirsonek jî, ewên ku di hemû qonax û evrazên dîrokê de amade ne xwe bidin destê dijmin, wisa didan xuyakirin ku êdî rêbaza xebatê ber bi pêvajoya nemanê gihîştiye û diçe.

Banga xedar û qirêjxwerên wan guhê xelkê êşandibûn ku qaşo gozînkên keç û xortên xebatê hatine şikandin û dê sitem û zordestî heta heta dom bike.

Lê Pêşmergeyên Kurdistanê, keç û xortên canfîda û can li ser dest ên wleat li Şino û Kosalanê, bi afirandina hemaseyên ku qet nayên ji bîrkirin, hem xeyalên hêzên terorîst ên zordar şikand û hem jî bi hemû aliyekê dubare selimand ku kurd neteweyeke xwedî îrade ye û herdem li ser pêyên xwe sekinî ye û serê xwe bo ti kesî xwar nake.

Bajar di bîranîna rêberê xwe yê leheng de û keç û xortên xwe yên qehreman dê bêdengiyê rabigehîne

Dilê xelkê Kurdistanê bi hezar awayan ligel xebat û têkoşîna keç û xortên wan ên qehreman û bi îrade ye. Ew ne xebatkaran ji bîr dikin û ne bê wefa ne li hember rêberên xwe ên şehîdan, belkî bi hezar şêweyan hewla zindî ragirtina bîranîn û rêbaza wan didin.

Bajarên Kurdistanê, bingehên vejiyan û rabûna nû ya gel, di bin gef û zextên dezgeha zordarî û mirokuj a Îranê de stûxwar nabin û nayên çavtirsandin.

Ew rêyên cuda digirin pêşiya xwe da ku celad û dirinde û kopal bidestên şandî yên desthilatdarên Cemaranê ji hebûna xwe li Kurdistanê bêzar bibin.

Bêdengiya bajar di roja 22ê Pûşperê de, bêdengiya dasepandî û zordestiyê nîne, belkî hawara bilind a bajarekê ye ku bi bêdengiyê hem rojekê di bîra rêber û keç û xortên xwe de dibe û him jî ew bêdengî tejî ye ji dengê nerazîbûn li hemberî gotegot û gure-gura mirovkujên hakim ên Tehranê û qirêjxwer û kopal bidestên wan li Kurdistanê.

Bi xwîn û xebatê, rêbaza Qasimlo heta serkevtinê dom dike
Rêbaza tejî rûmet a demokrat, ew rêbaza ku Qazî, Qasomlo û Şerefkendî serdarên wê bûn û bi hezaran keç û xortên emegdar ên Kurdistanê tê de cangorîtî kirine, mêjdem e birêve ye û berdewam e.

Armanca vê rêbazê bexteweriya gel e û jiyankirina serbilindane ya netewa kurd û azadî bo mirovan e, ne rêbazek e ky hez ji xwînrijandinê bike. Rêbazek e bona ku xwîndan û xwînrijandin û xwînmijî bi dawî bên. Rêbaza demokrat rêbaza bi hev re jiyanê ye, lê pêkve jiyaneke bextewerane û wekhev. Ne bi hev re jiyanek ku aliyel sitemkar be û aliyek sitemlêkirî be, aliyek serdest be û aliyek kole.

Rêbaza Demokrat di rêya vegeşandina jiyanê de ye, lê zordar û sitemkar, rêberên terorîst ên Tehranê naxwazin xelk bi rihetî û asûdeyî jiyan bikin, belkî dixwazin takekesên civakê di serşorî û stûxwariyê de heta dawiya temenê xwe mijûlî candanê bin.

Rêbaza xwe gorîkirin di rêya jiayaneke asûde a nifşa pêşerojê, rêbaza Qasimlo ye û rêvîngên wê rêbazê bi xebat û canfidayîyan heta serkevtinê dê bidomînin.

Kurdistan kul û birîna terorkirina rêberê xwe û xwîna xebata nû ji bîr nake

Terorkirina Dr. Qasimloyê nemir birîn û kuleke mezin bû ku dijmin li cesteyê Kurdistanê û xebata netewî – demokratîk a kurd xist.

Dijminan wisa dizanîn ku bi terorkirina Dr. Qasimlo, xebata rewa û berheq a neteweyekê dê ji nav bibin.

Ew xebata berheq ne tenê ji nav neçû, belku bi moral û hêviyeke pirr xurt bi pêşerojê, careke din rabû ser pêyan û bi xwîna Pêşmergeyên wê xebatê rabûna vê carê li ser kevirên Kurdistana pîroz hat rengîn bû û qet bi dijmin nayê tunekirin. Dijminê tejî kerb û kîn gellek hewl û cehd dan ku xebat û têkoşîna kurd bê encam nîşan bidin û Kurdistanê rastî bê helwêstî û nerînene rebenane bikin, lê Kurdistan çepera hergav amade ya berxwedan û rabûnê ye û qet kul û birîna terorkirina rêberê xwe û xwîna xortên xwe yên nû yên şehîd ji bîr nake.

Rêvîngên Qasimlo, bi afirndina hemaseyan hatin nav dilê dîrokê
Dîrok, hebûn û hest, nasname û serpêhatiya neteweyekê ye.

Neteweyên cîhanê bi bûyer û kiryarên wan bandorê dikin ser çarenûsa xwe û qedera xwe bidestve digirin. Bidestvegirtina çarenûsê lêxistina mohra nasname û pênaseya netewî ye li ser jiyan û bûyerên hûr û gir.

Bona ku bûyer û serpêhatî di hafize û bîra neteweyekê de cih bigirin, hewce ye ku keç û xortên leheng û bîrtîj û çavvekirî hebe heta ku jiyan û dîroka neteweyekê bilivîne.

Li Kudistanê keç û xortên kurd, rêvîngên rêbaza Qasimloyê nemir, ne tenê biwêrane, belkî gellek jêhatiyane hemsa afirandin û bi hemaseya wan rêvîngên serbilind rêya serbestiyê, Kurdistan û kurd dîrokeke din dinivîsin.