Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî ya PDKÎ derbarê doma pevçûnên Kosalanê daxuyaniyek belav kir

16:28 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Polîtburoya PDKÎ, derbarê şer û pevçûnên çiyayê Kosalan ên di navbera hêzên Pêşmergeyên PDKÎ û dagirkerên Kurdistanê de daxuyaniyek çapemeniyê bo raya giştî belav kir.

Eva deqa daxuyaniyê ye :

Piştî derbasbûna 10 rojan ji pevçûnên roja şemî 5ê Pûşpera 1395 a Rojî (25.06.2016), di navbera hêzên dijî gelî yên Komara Îslamî ya Îranê de û komek ji Pêşmergeyên PDKÎ li çiyayê Kosalan li herêma Sewlava ku bû sedema kuştin û birîndarbûna hejmareke berçav ji kirêgirtiyên rêjîmê, Pêşmergeyên PDKÎ bi dayîna 3 şehîdan destaneke din ji hemase û berxwedanê tomar kirin.

Roja sêşem 15ê Pûşpera 1395an a Rojî (05.07.2016), 2 pêşmergeyên veqetiyayî ji koma şerê Kosalanê û dûrketin li cihê şer û cihgirbûna wan li nêzîk gundê Borîyer ji aliyê caş û pasdarên Komara Îslamî ya Îranê ve û bi piştevaniya topxane û mûşekên katyoşa û çekên giran ên cor be cor tên dorpêçkirin û piştî şereke 2 demjimêrî yê bi xwîn û giran di navbera wan 2 fîdakar û xdebatkarên demokrat de ji aliyekê û hêzên zêde û xwedî hemû îmkanên leşkerî ên rejîmê ji aliyê din diqewime.

Qehremanên demokrat piştî kuştin û birîndarkirina hejmarek ji caş û pasdaran û xilasbûna alevên wan ên berevaniyê, bona ku bi saxî nekevin desgtê dijmin û bi êxsîrî neyên girtin, narincoka destî bi xwe de diteqînin û gellek mixabin şehîd dibin û diçin refa şehîdên hizb û gel. Du şehîdên me yên nû şehîd Davud Cewanmerd naskirî bi Kawe endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û şehîd Serkewt Semedî kadroyê PDKÎ.

Deftera Siyasî ya PDKÎ ligel xembarbûna xwe bo şehîdbûna wan du xebatkaran, sersaxiyê ji hemû hevalan, malbatên wan ên rêzdar dike û ji destçûna wan bi xesareke mezin dizane bo Hizba Demokrat û tevgera kurd, di heman demê de ku hevçeperên wan rêbaza wan du şehîdan û şehîdên din ên rêya azadiya Kurdistanê didomînin, dê vê rêbaza wan ya tejî rûmet heta gihîştin bi hêviyên wan berdewam bikin û bi gotina rêberê mezin Dr. Qasimlo ku dibêje : « xelat û xizmeta herî baş bo şehîdan domandina rêya wan e. » jiyanname û têkoşîna wan du şehîdên mezin bi cuda îû bi hûrî dê werin belavkirin.

Riha şehîdên me yên nû Kawe Cewanmerd û Serkewt Semedî û hemû şehîdên rêya azadiyê şad be û rêbaza tejî rêvîng be û bi hêviya bicîhatina hêviyên wan.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî

18’ê Pûşpera 1395 a Rojî
08.07.2016