Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Azadî a kurdistana Bakur piştevaniyê ji PDKÎ dike

22:36 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2016

kurdistanmedia: “Qasim Argênî” cihgirê serokê PAK’ê piştevaniya xwe ji xebata PDKÎ ragehand.

Roja 5’ê Tîrmehê, Salih Welîzade, endamê Komîteya PDKÎ li Norwêjê li ser bangewaza PAK’ê li Stenbolê de, digel berpirsyarên vê partiyê hevdîtin pêk anî.

Di vê hevdîtinê de, li ser rewşa siyasî ya Kurd bi giştî û bi taybetî Kurdistana Rojhilat û amadebûna pêşmergeyan di nav xelkê de gotûbêj kirin.

Qasim Argênî û Mihemed Goy her du cihgirên serokê PAK’ê û hevalên wan, piştgirî û hevbendiya xwe digel PDKÎ ragehandin.