Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna komîteya giştî a Partiya Demokratê li welatê Amerîkayê

21:43 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Komîteya giştî a Partiya Demokrat, û Kurdistana Îranê, li welatê Amerîkayê li ber guhertinên wê dawiyê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê û herwiha xebata nû ya Partiya Demokrat civîneke giştî li dar xist.

Komîteya giştî a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, li welatê Amerîkayê, civîneke giştî ji bo endam û alîgêrên Partiya Demokrat li dar xisit, û Kerîm Perwîzî endamê Deftera Siyasî a partiya Demokrata Kurdistana Îranê, li rêya Skyp, beşdarê wê civînê bû.

Ev civîna bi çend armancan bilind hate ragirtin, yada şehîdên rasan a partiya Demokrata Kuridstana Îranê û haydarkirina endam û alîgirên partiya Demokrata Kurdistana Îranê, li welatê Amerîkayê, derheq guhertinên vê dawiyê yên Partiya Demokrata Kurdistanê û rasanê û herwiha komkirina alîkarî û piştevaniyê, hate lidarxisitin.

Di vê civînê de, Karîm Perwîzî endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrata axavtinek derbarê, binemaya rasan a Partiya Demokratê û îradeya Partiya Demokrat derheqê domandina rasanê pêşkêşî amadebûyiyan kir.

Perwîzî di axavtinên xwe de, îşare bi vê yekê kir ku girîngtirîn wezîfeya endamên partiya Demokrat yên li derve welat haydarbûna wan endaman li ber şerê teblîxî yê rejîmê û reftarkirina wan di torên civakî de ye.

Piştre Elî Eşref Moradî û Azad Ezîzî endamê rêveberiya Partiya Demokrat çend gotin di vê civînê de pêşkêş kirin, û herwiha bersiva pirsiyarên amadebûyiyên vê civînê dan.

Herwiha wan du endamên rêveberiya Partiyê di axavtinên xwe de, bas ji yekdengî û micidbûna rêveberiya partiya Demokrat derheq berdewamiya rasanê kirin û herwiha di dawiya civînê de Mihemd Dastan endamê lêjneya Partiya Demokrat helbestek diyarî bi riha pak a şehîdên vê dawiyê yên Partiya Demokratê kir.