Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partî û kesaytiyên siyasî ên Kurdistana Bakur Dr. Qasimlo bi bîr anîn

21:19 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Partî û kesaytiyên siyasî ên Kurd li Kurdistana Tirkiyê bi boneya 27.mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo, digel PDKÎ hevderdî kirin.

Li ser bingeha rapora ku gihaye malpera kurdistanmedia, PSK bi danîna pûsterên teblîxî bi boneya salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo di cihên giştî de li bajarê Amedê, rêberê Kurd ê zana û leheng bi bîr anîn.

Li ser van pûsteran hatibû nivîsandin ku: “Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo! Me tu ji bîr nekirî, û te tu carî, ji bîr nakin jî”.

Ji aliyekî din ve Demîrtaş hevserokê HDP’ê, û Osman Baydemir û Mes’ûd Tek û Bayram Bozyel siyasetvanên herî naskirî û welatparêz di Bakura Kurdistanê de, di rûpelên xwe yê fermî di torên civakî de li ser vî şehîdê giranqedir, nivîsên xwe weşandin.

Ji aliyekî din ve Partiya Azadiya Kurdistana Tirkiyê jî, daxuyaniyek di vê derheqê de belav kir û ragehand ku: “Dr. Qasimlo di nav dilê pêşmergeyên qehreman de zindî ye”.

Partiya Azadiya Kurdistanê ew terora dewletî û xemsariya dezgeha qezayî ya Utrîşê (Nemsayê) bi tundî protesto kir.

Partiya Azadiya Kurdistanê li bajarê Batmanê jî, rêûresmek bi boneya salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî pêk anî.

border=0