Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê termê çekdarên xwe li Kosalanê kom dike

21:25 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Rêkxistinên Spaha Terorîst a rejîma Îslamî ya Îranê, li bajarê Merîwanê termên bêhnketî ên pasdarên xwe kom dike.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Malpera Kurdistanmedia yê, hêzên ser bi Spaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê, li bajarê Merîwanê, piştî hêrişa bo ser hêza pêşmerge, ku di encam de derbên giran li hêzên srr bi rejîmê ketin, niha piştî çendr rojan termê bêhnketî ên pasdarên xwe kom dike.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia” yê di vê derheqê de ragehand ku, roja Sêşemî berwarê 12’ê Temûza 2016’an ya Zayînî, hêzên rejîmê li çiyayê “Kosalan”ê termê kuştiyên xwe kom dikirin û xelkê gundê “Rezaw” ya ser bi herêma ewlawayê jî, ev dîmen dîtine ku Sipah termê kuştî ên pasdarên xwe ku di şerê pêşmergeyên PDKÎ de hatine kuştin, kom dikin.

Nûçegihanê Kurdistanmedia yê her di vê derheqê de ragehand ku, roja Sêşemî berwarê 12’ê Tamûzê, termê 6 Pasdarên ku bi destên hêza pêşmerge hatine kuştin, hatin veguhaztin da ku li ciheke din bên binaxkirin.

Rejîma Îslamî ya Îranê, piştî derbazbûna heyamekî, ew çekdarên xwe ên ku di şerê tevî pêşmergên PDKÎ de hatine kuştin, eşkere dike û li jêr navê kuştiyên cihên curbicur ên Îran û Sûriye û Îraqê, binax dike û amara kuştiyên xwe çewaşe dike.

Her di vê derheqê de rejîmê ragehand ku duh Pêncşemî berwarê 14’ê Temûza 2016’an, termê 31 Pasdarên xwe, ku li gorî gotina wan, kuştiyên şerê Îran û Îraqê ne û li bajarên Îraqê hatine peydakirin, anîne Merîwanê û piştre bo bajarê Sine û paşan bo Tehranê, wê bên veguhaztin.