Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgêrên Partiya Demokrat meşeke nerazîbûnê li bajarê Lenden a paytexta Brîtaniya lidarxisitin

22:16 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Komîteya giştî a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, bi boneya 27.mîn salvegera terorkirina Dr. Qasmlo, li bajarê Lendenê paytextê, Birîtaniya meşeke mezin li ber derê Balyozxaneya welatê Austria (Otrîş)ê li bajarê Lendenê de bi rê ve birin.

Li gorî rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemiyê 13’ê Temûza 2016’an, komîteya giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, xwenîşandaneke berfireh li bajarê Lenden a paytexta welatê Brîtaniya, bi boneya 27.mîn salvegera terora Dr. Ebdulrehman Qasimlo ji bo piştevanîkirin ji gireva sertaserî a xelkê Kurdistanê û herwiha gerxsitna dosiya terorkirina Dr. Qasmlo li ber derê Balyozxaneiya Austria(Otrîş)ê li bajarê Lenden a paytexta Birîtaniya bi beşdariya pirraniya endam û alîgêrên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li dar xisitn.

Ev meşa nerazîbûnê bi serûda neteweyî a Ey Reqîb ji aliyê xwenîşanderan ve dest pê kir.

Piştre peyama komîteya giştî a Partiyê ji aliyê Silêman Moradî berpirsê giştî yê komîtê ve hate pêşkêşkirin.

Herwiha di naveroka peyama komîteya giştî a Partiyê de, hişiyariyê tund dane dewleta Austria(Otrîş)ê, û gotin ku êdî nabe ev dosiya girtî bimîne, û hevdem ji dewleta nû ya Austria (Otrîş)ê dawxaz kirin, ku ji bo vegerxstina vê dosiyê û eşkerekirina biryarder û kesên ku ev terora encam dane kar bike.

Berpirsê komîteya Partiya Demokrat di naveroka peyama xwe de, îşare bi rola rejîma Îslamî a Îranê di terorên navdewletî û hundirî de kiriye, ku ji bo cîhanê eşkere ye ku rejîma Îalmî a Îranê sînorên xwe ji bo destêwerdanên di nava kar û barê welatên derdora xwe de vekirî hêlaye, û herwiha tevî nebûna dahat û hejarbûna xelkê Îranê, bi dana çekan û teqemenî û alîkarîdana aborî ji bo girûpên terorîstî, ji bo mana xwe ev herêm aloz kiriye.