Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştiyên Spaha Pasdaran di şerê Sewlava û Boriyer de li jêr navên din tên veşartin

21:33 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Spaha terorîstî ya Pasdarên Îranê, piştî şerê ligel Pêşmergeyên PDKÎ li Sewlava û Boriyer, derbarê kuştiyên wan du şeran bi awayê cor be cor raya giştî dixapîne û awayê kuştina Pasdaran diveşêre.

Li gor agahiyan ji herêmê hatine şandin, Spaha terorîstî ya Pasdarên Îranê di şerê ligel Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, derbeyên giran xwariye û çendîn kuştî û bi dehan birîndar hebûye. Lê ji ber ku morala Pasdar û kirêgirtiyên wan danekeve û lawaz nebe, hejmara kuştî û birîndaran ranagehîne û tenê behsa kuştina çaran kiriye.

Li gor agahiyên ku gihîştine malpera Kurdistanmedia, Sipaha Pasdaran kelexên kuştiyên xwe û herwiha birîndara, bo bajarên derdor veguhastine da ku hejmara durist nekeve destê xelkê û niha kelexên kuştiyan li ser destên wan mane, niha Sipaha terorîst dixwaze li jêr navên cor be cor kelexên kuştiyên xwe çal bike.

Li gor nûçeyên ku li herêmê belav bûne, hêzên rejîmê dixwazin roja pêncşem 24ê Pûşperê li Merîwanê kelexê 31 pasdaran veguhezin bo bajarê Sine ku qaşo ev 31 kelex paşmayiyên kuştiyên şerê Îran û Îraqê ne û niha vedibîne !

Eva ku ew kesên ku kelexên wan hatine peydakirin kî ne û rast çi demekê hatine vedîtin ? herwiha li gor gotin û îdeaya wan xwe ew 31 kelex li çend cihên cuda yên Iraqê hatine peydakirin, lê çima hemû anîne Merîwanê û li wir vediguhezin ? û … di vê derbarê de gellek pirs nîşan didin ku ev nûçe û îdeayên rejîmê hemû ne reast in û tenê bona veşartina rastiya kuştina wan dide xuyakirin.

Li gor agahiyan, Sipaha Pasdaran dixwaze kelexên kuştiyên xwe bi navên cor be cor û yek j iwan paşmayiyên şerê Îran û Iraqê û herwiha kuştiyên şerê Sûriye û … rabigehîne û bi vî awayî di bin barê çewaşekarî û xapandinên xwe derkeve.