Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat di cejna salvegera “Roja Nîştimanî”ya Feransê de, beşdarî kir

22:01 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Heyeteke Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, bi serperestiya, Mihemednezîf Qadirî, endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, di cejna salvegera welatê Feransê de beşdarî kir.

Li gorî rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Pênşemiyê 15’ê Tîrmeha 2016’an, ji aliyê Balyozxaneya welatê Feransê ya bajarê Hewlêrê, PDKÎ bi awayekî fermî hatibû gazîkirin, her bi vê boneyê jî, heyeteke Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî, endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat, li cejna salvegera roja nîştimaniya dewleta Feransê de beşdarî kir, û her bi vê boneyê jî pîrozbahiyên sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi Alan Gîpçan berpirsê giştî yê balyozxaneya wî welatî ragehand.

Herwiha di vê merasimê de, heyeta Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, digel çend berpirsên Balyozxaneyên welatên din yên ku di vê merasimê de beşdar bûn, û kesayetiyên siyasî û dîplomatan hevdîtên pêk anî.

Her di vê merasimê de, berpirsê giştî yê vê balyozxaneya Feransê, di axavtinên xwe de, rola pêşmergên Kurdistanê di şerê dijî terorîzmê, û herwiha berevankirin ji pêkhateyên cur bi cur di Herêma Kurdistan de bilin nirxand, û herwiha pêdagirî li ser dostîniya welatê Feransê digel gelê Kurdistanê kir.

Piştre peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê, Felah Mistefa berpirsê Deftera Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pêşkêşkirin.

حیزبی