Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî rêya azadiya Kurdistanê li bajarê Mehabadê çû ser dilowaniya xwe

21:56 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Mam Ebdullah Qadirî naskirî bi Ebdulla Surall li temenê 92 saliyê de, çû ser dilowaniya xwe.

Li gorî rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, Mam Ebdulla naskirî bi Ebdulla Surall bavê şehîd Ebubekir Qadirî, xelkê bajarê Mehabadê, li temenê, 92 saliyê de, çûye ser dilovaniya xwe.

Navbirî, kesayetiyeke naskirî û niştîmanperwer bû, û çend caran jî ji aliyê rejîmê ve hatibû binçavkirin.

Şehîd Ebûbekir Qadirî, pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sala 1340’î a Rojî li gundê Yaltemir a ser bi bajarê Mehabadê hatibû dinê, û di şerekî qehremanane, li dijî dagîrkerên Kurdistanê, di meha Gelawêja 1358’an a Rojî li Mehabadê de hatibû şehîd kirin.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û kes û karên wî, û xwe di vê xem û kesera wan de şirîk dizane.