Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mêhdî Zana, piştevanî ji xebata nû a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir

22:13 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Mêhdî Zana kesayetyekî naskirî yê Kurdistana Bakûr, serdana Deftera Nûnerayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir, û piştevaniya xwe ji xebata nû a PDKÎ ragehand.

Li gorî rapora ku gehaye malpera Kurdistanmedia, roj Yekşemiyê 27’ê Pûşpera 1395’an a Rojî (17’ê Tîrmehê), Mêhdî Zana kesayetiyekî naskirî yê Kurdistan Bakûr, û hevjînê kesayetiya xebatkar ya naskirî a gelê Kurd bi navê Lêyla Zana, bi merema dubarekirina ragehandina piştevaniya xwe ji Partiya Demokrat û xebata nû a Kurdistana Rojhilat, serdana Deftera Nûnerayetiya partiya Demokrata Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê kir.

Mêhdî Zana di vê serdanê de, tevî nîşandana hevxemiya xwe bi boneya şehîdên vê dawiyê yên Partiya Demokrat, ragehand ku her çawa ku di sala 1979’an de, bi merema piştevanîkirin ji Partiya Demokrat serdana Dr. Qasmlo û Partiya Demokrat a Kurdistana Rojhilat kiribû, niha jî amade ye bo her alîkarî û piştevaniyekê, ji xebat partiya Qazî, Qasimlo û Şerefkenkî, herwiha dawxaz ji hemû Kurdênî niştîmanperwer kir, da ku di vê dema xebata li dijî rejîma Îranê de, alîkar û piştevanê Partiya Demokrat bin.

Herwiha di wê serdana Mêhdî Zana bo Deftera Nûnerayetiya Partiya Demokrat de, navbirî ji aliyê Mihemedsalh Qadirî berpirsê Deftera Pêwendiyên Partiya Demokrat, li bajarê Hewlêrê ve, bi nûnerayetiya sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, Mistefa Hicrî pêşwazî jê hate kirin, û zanyariyên hewce yên derbarê rewşa Kurdistana Rojhilat, û herwiha dujminatiya rejîma Îranê, digel gelê Kurd û xebata partiya Demokrat bi navbirî hatin dayîn.

مهدی