Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm tevizî

18:04 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kerîm Perwîzî

Di van çend rojên borî de, Komara Îslamiya terorîst, hewleke zaf da, ku di nav bîrkirin û raya giştî de, cardin vê yekê cî bike, ku kêşeyek bi navê kêşeya kurd di Îranê de tune ye, û eva ku PDKÎ bas dike, rûkêş û bêbingeh e, û ew yek bi çend gef û gurr û çavsorkirin, û bi çend topan, dawî pê tê.

Di vê derheqê de, vê rejîmê gellek boxtan û vir û derev kirin, lê di du biyavan de, vê rejîmê ji hemiyan baştir dizanî ku şikesteke giran xwariye:

Yekem: Xebata li çiya

-Wisa nîşan dida ku pirsa Kurd hertim bêdeng bûye, û hizbên Kurdistanê, û bi taybetî PDKÎ ber bi jinavçûnê ve diçin, û çi ji wan nemaye. Lê em dibînin ku ewqas tirsa wan ji partiyên Kurdistanî û PDKÎ heye, ku her rojê, yek ji wan gefan dixwe.

-Li Şino û Kosalanê rejîm û hêza wê ya terorîst baş dizanin, ku çiqas zirar dîtine, û rastî çi têkşikaneke pirr ji şerm hatine, lê ji vê zirarê zêdetir, ew hêzên ser bi rejîmê ne, ku bi sala ye, rejîm wan xwedî dike, lê di dema şer de amade nebûn, ku digel pêşmerge şer bikin, û Spaha Pasdaran ew destbiser kirine, ku ew yek bixwe têkçûna herî mezin a leşkerî ye bo Spaha Pasdaran a terorîst.

-Xalên din ên vê pirsê emê bihêlin bo carek din

Duyem, Xebata li bajar:


-Wek hertim û gellek xalên din, rejîmê wisa nîşan dida ku Kurd li Kurdistana Rojhilat, bi tewahî teslîmî Komara Îslamî bûye, û herwekî ku fermandê derevker ê Spaha Pasdaran, li televîzyona rejîmê di Sinê de digot ku fermandê pêşmergeyên Demokrat, nivîsandiye ku xelk bi me re nînin, û digel rejîmê ne, lê her ew rejîm bixwe baş dizane ku çiqas jin û zarok û xelkê asyaî bi hawara pêşmerge de çûn, û çi cangorîtiyek kirine, ku rejîmê kerba de, dest bi reşbigiriyê kiriye.

-Rejîmê wisa dizanî ku bi çend top û katyoşa û xompareyan, Kurd û Kurdistan çavtisandî dibe, lê li jêr deshilata biyom ya rejîmê û li jêr zexta çekmê hêzên hikûmetê de, gund û bajarên Kurdistanê bi awayekî berçav girev girtin, û rejîm neçar bû ku bi gef û gurran dukanan bi wan bide vekirin.

-Rejîmê wisa hizir dikir ku çalakiyên li Kurdistanê, destçêkiyê derekî ye, û biyanî wan tûj dikin, lê di nav bajarên Kurdistanê de, û di nava dilê xelkê Kurdistanê de, girev girtin, û dengê nerazîbûna li hemberî rejîmê hate bilindkirin.

-Xalên din ên vî biyavî jî bo carek dinTenê li gora van faktan, diyar e ku rejîma kindir û sêdarê çiqas tevizî ye, û çiqas zendeqê wê ji vê xebatê çûye, lewra xebata rewa ya Kurd bûye kabûsa rejîma serberedayî ya Îslamî li Tehranê, û her rojê yek ji wan nikare pêşiya tirsê bigre, û dest dikin bi gefxwarinan, da ku di vê navberê de, bi hawa hawarê, tirsa xwe veşêrin.