Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

So’da Kakereş: “Çavnihêriya min ji hevjînê min ew e, ku berdewam be li ser şoreşê”.

14:19 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2016

Hevpeyvîn: Behar Rostemî

Pirr zehmet e dema ku miroveke şoreşvan û welatparêz pirr dilxweş û dilgerm e bi tevgera rizgarîxwaziya gelê xwe, û hêvîdar be bi pêşerojeke geş di Kurdistaneke serbest de, lê ji hevdu veqetiyan û cudabûnên kadr û pêşmergeyan ji hizbê bi çavên xwe dibîne.

Jiber ku hêvî û hesretên gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat bi tevgera rizgarîwaziya gelê Kurd bi rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dîrokî û zêde ne, lewra veqetiyana kadr û pêşmergeyên Hizbê û cudakirina çeperên xwe ji çeperên PDKÎ, moral û hêviyên Rojhilat diherifîne û dibe sedema dilêşan û bêhêvîbûna xelkê ji tevgera xwe ya mafxwazane.

So’da Kakereş yek ji wan şêrejinên Kurdistana Rojhilat e ku dibêje, “Ez pirr dilxweş û hêvîdar im bi şoreşa PDKÎ, lê cudabûn û veqetiyana beşek ji kadr û pêşmergeyên PDKÎ, gellek min aciz û nerihet dike”.

So’da Kakereş keça Salih sala 1970’î a Zayînî (1349), li gundê “Talaw” ya ser bi devera Şamat a bajarê Mihabadê , di malbateke welatparêz û Kurdperwer de, hatiye dinê.

So’da Kakereş derheq bi nasiyariya xwe tevî PDKÎ weha dibêje: “Bi sedema vê ku ez di malbateke siyasî û welatparêz de hatibûme dinê, min ji zarokatiya xwe PDKÎ nas dikir, lê piştî şehîdketina mamê min “Rehîm Kakereş” êdî min biryar da ku ez tevlî refên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bim”.

So’da Kakereş di doma hevpeyvîna xwe de bas ji jiyana xwe ya hevpar dike û dibêje: “Sala 1994’an a Zayînî (1373) min jiyana hevpar digel Nasih ava kir. Bi avakirina vê jiyanê ez pitir tevlî jiyana nava şoreşê de bûm, jiber ku hevjînê min pêşmergeyê PDKÎ bû. Niha jî berhema jiyana me kurek bi navê Zanko û herweha du keç bi navên Zirîwe û Zerya ne”.

So’da Kakereş piştî bi salan jiyana di nava şoreşê de çavnihêriya xwe ji partiya xwe û hevjînê xwe weha tîne ziman: “Çavnihêriya min ji partiya min eva ye ku, em ku di rastî de di “Landik” a şoreşê de mezin û perwerde bûne, hez dikin ku hemû endamên malbata pêşmergeyên hizbê, weke pêşmerge bêne hesibnadin, wate hem di warê erk û karên hizbî de, û him jî di warê derûnî de.

Çavnihêriya min ji hevjînê min jî eva ye ku, zehmetî û êş û elemên ku me di nava şoreş û jiyana şoreşvaniyê de dîtine, û bi dil û can qebûl kirine, bi avê de bernede, wate li ser rêbaza xwe û pêşmergatiya xwe di refên PDKÎ de, berdewam be”.

So’da Kakereş di doma hevpeyvîna xwe de roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja herî xweş a jiyana min ew roj bû ku Îtila’ata rejîma Îslamî ya Îranê li pey hevjînê min digeriya da ku destbiser bikin, lê hevjînê min karî ku bi hevkariya hinek ji hevalên xwe ji Îranê bireve û tevlî refên pêşmergên PDKÎ bibe, bihîstina nûçeya derbazbûn û tevlîbûna Nasih bo nava Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, bo min pirr xweş bû, û ez wê rojê tu car ji bîr nakim, herweha dema ku hêzên rejîmê hatin, û pirsa hevjînê min ji min kirin, min gellek bi tundî bersiva wan da, û dilê xwe rihet kir”.

So’da Kakereş di hember de roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Bîreweriyên min ên nexwş zêde ne, lê roja herî nexweş, roja veqetiyana hevalên me yên berê bû ji hizbê, jiber ku veqetiyana wan derbeke mezin li PDKÎ û tevgera Kurdistana Rojhilat xist. Eva di demekî de ye ku şehîdketina kak Çeko û hevalên din ên pêşmerge jî, rojên tal in û bîreweriyên ne xweş di hizra mirov de çê dikin”.

So’da Kakereş di dawiyê de rû li keç û jin û dayîkên Kurdistanê dike, û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Herçiqas ez ji vê yekê biçûktir im ku peyamê ji keç û jin û dayîkên Kurdistanê re bişînim, lê daxwaza min ji keç û jinên Kurdistanê eva ye ku bona perwerdekirin û xwepêgehandina xwe, yek deqe dem ji dest nedin, da ku zêdetir bikarin di guherînkariyan de xwedî bandor bin”.