Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Rasan”ê bêdengiya Rojhilat şikand

14:22 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2016

Azad Kurdî

Midehek bû ku nîgeraniya li hemberî bêdengbûna Kurdistana Rojhilat û rojevnebûna pirsên Rojhilat, di medyayên navnetewî û herêmî û ji hemûyan pitir hundirê Kurdistanê de ber bi zêdebûnê ve çûbû. Me didît ku gellek bi zehmetî li medyayên cîhanî de bas ji rewşa Kurd li Kurdistana Rojhilat dihat kirin, serbarê wan hemû zulm û tepeserkirin û binpêkirinên maf û azadiyên netewên Îranê ku ji aliyê rejîma dîktator û deshilatdar bi ser welat de bi rê ve diçû, û bi rê ve diçe, Kurdên Rojhilat xwediyê rewşa herî xirab ya siyasî, mafê mirov, aborî û civakî ye, li ser asta herçar beşên Kurdistanê.

Lewra Hewcehiyekî dîrokî û îroyî bû ku Rojhilat ji rewşa niha derkeve, û dengê xwe yê mafxwazane bilind bike û bibe rojeva navxwe ya Kurdistan û herêm û tenanet medyayên cîhanê.

Jiber ku rejîma zal bi ser Kurdistanê de, bi tu awayekî tenanet yek pêngav jî bona çareseriya pirsa Kurd hil nagire, û di wan heyaman de ku xebata çiya hinekî bêdeng bibû, tenanet hewla tevalî dida ku di vê qonaxê de jî, ji rewşê mifaha xirab bi qazanca xwe bistîne.

Rejîma Îslamî ya Îranê di bingeh û cewhera xwe de bawerî bi çareseriya pirsa Kurd û netewên din ên Îranê nebûye û nine.

Piraniya çalakvanên medenî û siyasî ku di van heyaman de daxwazên xwe yên herî kêm li dor mafên xwe ên medenî û siyasî li Rojhilat bilind kirin, an hatine girtin û îşkencekirin û zîndanîkirin, an jî neçar man ku Rojhilat bicih bihêlin. Xebata medenî û aşîtîxwazane digel hikûmeteke medenî û demokratîk cih digire, ne hikûmetek temam îdolojîk û serberedayî û stemkar.

PDKÎ heyamek dirêj bû ku bi başî rewşa niha û guherînkariyên hundirê Kurdstana Rojhilat û beşên din ên Kurdistanê, û herweha hemû herêma Rojhilata Navîn û cîhanê bi hûrî şirove dikir. Lewra biryardan bona vejiyana xebata netewî demokratîk a Kurd li Kurdistana Rojhilat û bilindkirina dengê mafxwaziya xelkê Kurdistanê, û şikandina vê bêdengiyê, ji partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dihat çavnihêrîkirin. Bi sedema rola sereke û bibandor û karîgeriya Hizbê di qonaxên curbicur ên Kurdistanê de, gerek pêngaveke piraktîkî bo Kurdistana Rojhilat bê hilgirtin, ku bi xweşî ve bi îradeya şoreşvanî ve, ev qonax dest pê bû.

Di sala derbazbûyî de pêşmergeyên xweştevî ên xelkê Kurdistanê xwe gihandin ser sînorên Kurdistana Rojhilat û vegeriyana wan bi awayê deste deste bo nava xelkê mafxwazê Kurdistanê û vegeriyana hêviyeke bê mînak bo xelkê Kurdistanê, tilisma hewildan bo dûrxistin û ji hevdu veqetandina xelk û pêşmerge, hate şikandin.

Vê yekê jî ev rastî selimand ku, tu carî xelk û pêşmerge ji hevdu naqetiyên û gerek bi hev re bin, heya ji holê derxistina zulm û zordariyê. Piştre di Newroza Îsal de Hizba Demokrat ji ziman sekreterê giştî ve, peyama dîrokî û girîng ya bihev re girêdana xebata bajar û çiya, belav kir, û soza zîndîkirina xebata Rojhilat li ser destê hêza rizgarker ya Kurdistanê, wate pêşmerge, Kurdistana Rojhilat bike rojeva hemû astên navxweyî û herêmî û cîhanî. Ew soz û peyama Buhara îsal çû qonaxa cîbicîkirinê, û hêvî û baweriyên gelê me, çend qat zêdetir kir.

Xortên cangorî ên Kurdistanê bona peywendî û têkiliyên rasterast digel xelkê welatparêz yê Kurdistana Rojhilat û nirxandin û şirovekirina pirsên girîng ên jiyan û çarenivîsa wan, û guherîna bîrûrayan di navbera pêşmerge û xelkê Kurdistanê de, û herweha rêkxistina meydanî ya xelkê, bona xebata mafxwazane, û herweha eşkerekirin û hişyarîdan li ser pîlan û siyasetên qirêj ên rejîma Îslamî ya Îranê, deste deste û pol bi pol vegeriyan hembêza gel, û stratejiya bihevregirêdana xebata çiya û bajar, bi kiryar cîbicî kirin.

Destpêkirina vê “Rasan”ê, deshilatdarên zalim ên Tehranê tûşî tirs û dilkutokek zêde kiriye û li gorî xwezaya dirinde û hov û dijîgelîbûna Spaha terorîst ya Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê, dihat çavnihêrîkirin ku êrîş bikin ser pêşmerge û rizgarîkerê gelê xwe.
Mixabin di wan çend êrîşan de, leheng û qehremanên Demokrat piştî afirandina hemaseyên mezin di şerên naberamber de, li “Qereseqel” ya Şino yê û Kosalan û Sewlawa û Boryer a Merîwanê, çendîn qehremanên mezin ên me, tevlî karwanê şehîdên azadiya Kurdistanê bûn.

Lê wan bi xwîna xwe û bi îradeya xwe ya bilind tevî hemû pêşmergeyên din ên cangorî, bêdengiya sepandî bi ser Kurdistana Rojhilat de şikandin, û hêviyeke nû dan gelê xwe, û êdî ev peywendiya han tu carî di navbera pêşmerge û gel de, nahê veqetandin.

Peyama Newrozî ya destpêkirina “Rasan”ê, û qonaxeke nû ya xebat û tekoşîna mafxwazane ya gelê Kurd li Rojhilat, ji aliyê Hizba Demokrat ve, û wan şer û pevçûnên di navbera hêza pêşmergeyên PDKÎ û çekdarên dagîrker ên Kurdistanê derketin holê, dengvedanên mezin ên navxweyî, herêmî û navdewletî bi dû xwe re anîn, û tilisma bêdengiya Rojhilat şikandin.