Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Operasyonên “Teyrbazên Zagrosê” li dijî hêzên rejîma Îranê berdewam in

21:07 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Êrîşa “Teyrbazên Zagrosê” bo ser kirêgirtî û caşên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê, li Kurdistanê berdewam in.

Ligorî nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia yê, Teyrbazên Zagrosê li Kurdistana Rojhilat, di opresyonekî de êrîş birin ser tirumbêla caşekî ser bi rejîma Îslamî ya Îranê û ew caş bi tundî ceza dan.

Şeva Şemî berwarê 20’ê Temûza 2016’an, li gundê “Zêwye ya Kone Lacan”ê ya ser bi bajarê Pîranşarê, bi merema cezakirina caşekî ser bi rejîmê bi navê “Mela Elî Zêweyî”, Teyrbazên Zagrosê êrîş birin ser tirumbêlekî ku navbirî têde bû û di encam de, ew kirêgirtî bi tundî birîndar ket.

Mela Elî yê kirêgirtiyê rejîmê, bi sedema êrîşa Teyrbazên Zagrosê bi tundî birîndar ket û di despêkê de bo nexweşxaneya bajarê Pîranşarê hate veguhaztin, lê bi sedema kûrbûna birînên wî, demudest bo nexweşxaneya “Xûmeynî” ya bajarê Urmiyê hate veguhaztin.

Di vê derheqê de Teyrbazên Zagrosê ragehandin ku, “Careke din em tînin bira bûrûraya giştî ku, tu takekî xwefiroş û alav di destê dujminê dagîrker de, ji destên Teyrbazên Zagrosê derbaz nabin, xincî vê ku destan ji îxanetê berdin û çeka caşîtî ya rejîmê berdin û vegerin hembêza gel.