Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Tirkiyê duh li dijî derbeya leşkerî li qadan bûn

20:30 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Bi hezaran kes ji hevwelatiyên Tirkiyê ku piştî derbeya leşkerî ya têkçûyî, li ser bangewaza hikûmeta Tirkiyê daketibûn qadan, piştgiriya xwe ji demokrasiyê nîşan dan.

Li gora nûçegihaniyan, şeva borî bi hezaran kes ji hevwelatiyên Tirkiyê, daketin qadan, û guhê xwe dane wan rayedarên hikûmetê, ku li dijî derbeyê ji wan re axivîn.

Cuda ji Enqerê, li Stenbolê jî xelkekî zaf beşdarî meşa demokrasiyê bûn, û li qada “Teqsîm” a Stenbolê alîgirên tîpên fûtbolê yên Beşîktaş, Fener Baxçe, Galatasaray, û Trabzon sporê beşdar bûn.
Meşvanan berdewam diruşmên alîgiriya ji demokrasiyê didan, û dijberiya xwe digel derbeya leşkerî nîşan didan.

Li bajarên Îzmîr, û Samsonê jî meşekî berfire li dijî derbeya leşkerî bi rê ve çû, û di meşa Îzmîrê de Kilîçdar Oxlo daxuyaniyek ji raya giştî re xwend.

Li gellek bajarê din jî meşên bi vî rengî bi rê ve çûn, û rayedaran spasiya beşdariya germ ya xelkê Tirkiyê di vê meşê de kirin.

Yek ji sedemên beşdariya berfireh ya xelkê Tirkiyê di vê meşê de, ew bû ku opozisyonê jî li dijî derbeya leşkerî helwesteke cidî girt, û li dijî derbeyê biryar dan, ku dakevin qadan, û piştgiriya demokrasiyê bikin.

Hêjayî basê ye ku HDP’ê piştî têkçûna derbeya leşkerî, daxwaz ji hikûmetê kiriye ku êdî ew jî dev ji şerê li dijî Bakura Kurdistanê berdin û dest bi gotûbêjê digel wan bikin, da ku bi hev re pirsgêrkan çareser bikin, û aramiyê vegerînin welat.