Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Beşar Esed nexweşxaneyên di bin kontrola hêzên opozisyonê de bombebaran dikin

20:41 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Balafirên şer ên Beşar Esed, careke din di çarçoveya taktîkên xwe ya şer de, 5 nexweşxaneyên di bin kontrola hêzên opozisyonê de, bordoman kirin.

Saziya çavedêrî bi ser rewşa mafê mirov ya Sûriyê de ragehand ku, 4 nexweşxane li bajarê Helebê ku nawenda parêzgeha Helebê ye, û herweha nexweşxaneyeke din ku dikeve Rojavayê Helebê, ji aliyê balafirên artêşa Sûriyê ve, hatine bombebarankirin.

Saziya çavedêrî bi ser rewşa mafê mirov ya Sûriyê de eşkere kir ku, bi sedema bombebarankirina wan 5 nexweşxaneyan, derman û îmkanatên pizîşkî ên 200 hizar kesên sivîl, li Helebê ketine metirsiyê.

Eva di demekî de ye ku, serbarê vê ku heyamê çar sal in ku, şer bona kontrolkirina bajarê Helebê di navbera hêzên Beşar Esed û opozisyonê de berdewam in, lê di çend heftiyên derbazbûyî de hêzên Beşar Esed û hevalbendên wî, karine ku derdora bajarê Helebê dorpêç bikin.

Lewra niha xelkê bajarê Helebê û derdorê digel kêmiya xwarin û îmkanatên dermanî û pizîşkî ên hewce berbirû ne.