Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 welatên Erebî daxûyaniyeke hevpar li dijî rejîma Îslamî ya Îranê belav dikin

20:44 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Di civîna di navbera wezîrên karê derve yên welatên Erebistan, Behrêyn, Misir, Îmaretên yekbûyî ên Erebî û herweha sekreterê giştî yê Yekitiya Welatên Erebî de, li serbajarê welatê Morîtanî yê, daxûyaniyek li dijî rejîma Îslamî ya Îranê hate vajûkirin.

Welatên Erebistan, Misr, Behrêyn û Îmaretên yekbûyî ên Erebî di daxûyaniyê de, rejîma Îslamî ya Îranê bi destêverdan di nava karûbarên welatên Erebî û, herweha piştevaniya ji terorîzmê tawanbar kir.

Rojnameya Şerq-El’ewset belav kir ku, wezîrên karê derve yê wan 4 welatan di daxûyaniya xwe de ragehandine ku, “Gerek rejîma Îranê destan ji kiryarên xwe li dijî welatên Erebî berde, û piştevaniya xwe ji girûpên terorîstî bide sekinandin, û herweha, dawiyê bi belavkirina daxûyaniyên êrîşberane û hander bîne”.

Di beşek di ya daxûyaniya wan welatan de hatiye ku rejîma Îslamî ya Tehranê, di kirîza Behrêyn û Yemenê de, rolê dilîze.

Xincî vê mijarê, daxûyaniya wan 4 welatan tekezê liser vê dike ku giravên Kendavê, milkên Îmaretên yekbûyî ên Erebî ne.