Kurdistanmedia: Heyeteke payebilind a PDKÎ bi serperestiya Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ beşdarî di kongireya Partiya Demokrat a Kurdistan - Bakur de kir.
Roja 24’ê Tîrmeha 2016’an, heyeteke payebilind a PDKÎ bi serperestiya Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ di 11.emîn kongireya Partiya Demokrat a Kurdistan -Bakur de beşdarî kir, û peyama PDKÎ gehande birêvebirên kongireyê, û ew peyam digel pêşwaziya germ û birayane ya serkirdayetiya vê partiyê berbirû bû.
Di vê kongireyê de, heyeta PDKÎ digel beşeke berçav ji nûnerên partiyên siyasî ên herçar parên Kurdistanê û kesayetiyên siyasî hevdîtin pêk anî, û li ser rewşa nû ya xebat Rojhilata Kurdistanê guherîna bîr û rayan kir.
Hêjayî basê ye ku di pêvajoya basên vekirina kongirê de, Sertac Bûcak sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan -Bakur, piştevaniya partiya xwe ji “rasan” a nû ya Rojhilata Kurdistanê bi rêberiya PDKÎ nîşan da, û rêz ji xebata vê partiyê û rêberên wê ên şehîd girt.
Herwisa di beşeke din de, Birahîm Biro serokê Encumena Nîştimanî ya Kurdê Sûriyê, piştgiriya xwe ji xebata PDKÎ li dijî rejîma Îranê nîşan da, û “rasan” (rabûn) a PDKÎ wekî mizgîniyeke dilxweşker ji bo hemû welatparêzên Kurd di hemû beşên Kurdistanê de da zanîn.

Heyeteke payebilind a PDKÎ beşdarî di kongireya Partiya Demokrat a Kurd- Bakur de kir