Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

NBC’ê di şeva derbeya leşkerî de pişta derbekaran girt

21:22 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Saziya Newsbud ku li dijî nûçeyên nerast xebat û tekoşînê dike, daxwaz ji NBC kir ku dibe bilez daxwaza lêborînê ji me bike, jiber ku di dema derbeya leşkerî de, aliyê derbekaran girtiye.

Nûçegihnaiyên Tirkiyê ragehandin, ku NBC News’ê di şeva derbeya leşkerî de, pişta girûpa Fethullah Gulen girtiye, û gellek nûçeyên derevîn li dijî hikûmeta Tirkiyê belav kirine.

NBC’ê di şeva derbeya leşkerî de, ragehandibû, ku Erdoxan daxwaza mafê penaberiyê ji Almanyayê kiriye, û niha jî wê here wî welatî, û ragehandibû ku çavkaniya nûçeyên wan jî, leşkerên Amerîkayî ne.

Vê saziyê gef li NBC’ê xwariye ku hekî ew kanal seba vê kiryara xwe daxwaza lêborînê neke, û navê wan kesên ku çavkaniya nûçeyên wan bûne, eşkere neke, emê li pêşberî ofîsa avahiya NBC’ê meşeke berfireh bi rê ve bibin.

Di şeva 15’ê Tîrmehê de, piştî vê ku bêjereke TRT 1 a Tirkiyê bi zorî hate neçarkirin ku daxuyaniya arteşê bixwîne û serkevtina derbeya leşkerî ragehîne, Erdoxan bi riya mobilê ku di kanaleke televîzyonî de hate nîşandayîn, daxwaz ji alîgirên xwe kir ku li dijî derbeya leşkerî dakevin qadan.