Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ereb rejîma Îranê seba destêwerdanên di nava karûbarên welatên din mehkûm kir

21:31 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Roja Duşemî berwarê 25’ê Temûza 2016’an Civîna “Yekîtiya Ereb” li Niwakşot ya Serbajarê Morîtaniyê dest bi karê xwe kir, û tê de hejmarek biryarên girîng li ser rewşa herêmê û welatên Erebî û destêwerdanên rejîma Îsalmî ya Îranê di navxweyî welatên din û herweha pirsa Felestînê hatine dayîn.

Civîna Niwakşotê li jêr navê “Gotûbêja derheq ewlehiya cîhana Ereb û pêkanîna hêzeke hevpar” dest bi karê xwe kir û xincî welatê Sûriyê ku endametiya wê hatiye helavîstin (jê hatiye standin), 21 welatên din ên endam tê de pişikdar bûn.

Di civîna Niwakşot ya Serbajarê Morîtaniyê hejmarek biryar hatine dayîn ku yek ji wan vajûkirina biryarnameyekê li dijî rejîma Îslamî ya Îranê bû, ku tê de, serbarê nakokiyên di navbera Tehran û Riyazê de, destêwerdanên Tehranê di nava karûbarên welatên din de pirotesto kir.

Xûyaye ku mebesta Yekîtiya Ereb ji destêwerdanên rejîma Îslamî ya Îranê, alîkariyên tevalî, û hebûna leşkirî ya Spaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê di Sûriye û Yemen û Îraq û piştevanî û handana Şî’eyên Behrêynê ye.

Wezîrên karê derve yên welatên endam di Yekîtiya Ereb de tekez kirin ku, gerek rêçareya dawiyê bona çareseriya pirsgirêka Îsra’îl û Felestînê bê dîtin û hevdem pêşwazî ji destpêşxeriya welatên Firansa û Misrê li dor çareseriya vê pirsê kirin.

Civînê herweha biryar da ku piştevaniya her tiştekî wê bikin ku bibe sedema nehêlana kirîzên cîhana Ereb, bitaybetî kirîzên Sûriye û Yemen û Lîbiyê.