Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di encama êrîşa bo ser nawendekî çavedêriya kêmendaman li Japonê 44 kes bûne qurbanî

21:35 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Sipêdeya îro Sêşemî berwarê 26’ê Temûza 2016’an, rayedarên Japonê ragehandin ku, di encama êrîşa kesekî bo ser nawendekî kêmendaman, 19 kesan canê xwe ji dest dan, û 25 kes jî birîndar ketin.

Kesê êrîşber kariye ji rêya pencerê ve dakeve nava awahiya çavedêriya kêmendaman li bajarê “Sagmîhara” ya ser bi parêzgeha “Kanacawa” û bi derbên “Kêrê” 19 kêmendaman bikûje, û 25 ên din jî birîndar bike.

Kesê êrîşber ku ciwanekî 26 salî ye bi navê “ Satoşî Omatso” piştî kuştin û birîndarkirina qurbaniya, bi canteyekî pir ji kêr ên curbicur û bi xwîn, xwe radestî polîs kiriye.

Hatiye zanîn ku “Satoşî Omatso” berê karsazê vê nawendê bûye û li wir kar kiriye, û di dema xweradestkirinê de ragehandiye ku, nefreta min ji kêmendaman heye û hewce ye ku hemû kêmendamên cîhanêm, werin bêserûşûnkirin.

Nawenda nûçegihaniya Japonê ragehand ku hemû qurbaniyên vê êrîşê 18 heya 70 salî ne.

Yek ji karsazên vê nawendê ragehandiye ku, ez heyrî me ku cima cînayetek weha hate serê wan kesan, jiber ku ew hemû kesên kêmendam û bê azar û bê guneh bûn.