Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di mêhvaniyekê de, li Tehranê 150 kes hatin destbiserkirin

22:14 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Di yek ji mêhvandariyên şevê li Tehran a Serbajarê Îranê, 150 kes ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve, hatine binçavkirin û herweha stodyoyek jî hate daxistin.

Li gorî nûçeyîn belavbûyî fermandarê hêza Întizamî ya Rojavayê bajarê Tehranê ragehand ku, di yek ji mêhvaniyên şevê de li bajarê Tehranê, ku bi hêceta cejna jidayîkbûnê hatibû lidarxistin, 150 keç û kur hatine binçavkirin.

Mohsin Xançlerî di vê derheqê de eşkere kir ku, nêzî bi 150 keç û kur ku bi hêceta mêhvaniyê di yek ji baxên derdora Îslamabadê, li Rojavayê bajarê Tehranê kom bibûn, ji aliyê polîs û yek din jê rêkxistinên ser bi rejîmê ve, hatine destbiserkirin.

Navbirî herweha ragehand ku li nêzîk cihê mêhvaniyê stodyoyek jî hatibû danîn ku sitran û mûzîkên qedexe belav dikirin, û ew jî hate daxistin.

Her di vê derheqê de di heyva Cozerdana îsal de jî 35 xwendekar, bi sedema pişikdarî di boneyekî şevê de hatine destbiserkirin û piştre, liser biryara dadgehê, cezaya qemçiyê (Şelaq) biser wan de hate sepandin.

Eva di demekî de ye ku rejîma Îslamî ya Îranê weke her tişteke din, li dijî aheng û bone û mêhvandariyan disekine, û rê ji birêvebirina her rêûresmekî tenanet malbatî ên weke cejna jidayîkbûnê, an jî cejna bidawîanîna qonaxên xwendinê di Îranê de digire.