Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîstekî Îranê li welatê Kozovo yê hate girtin

22:16 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Piştî vê ku eşkere bû terorîstê êrîşa bajarê Monîx a Almanê hemvelatiyek bi eslê xwe Îranî bû, vê carê hemwelatiyekî Îranî li welatê Kozovo yê bo tawana piştevanî ji terorîzmê hate binçavkirin.

Malpera “Camêcem anlayn”ê ji ziman rayedarên welatê Kozovo yê ve ragehand ku, Roja Duşemî 25’ê Tîrmeha 2016’an, hemwelatiyekî Îranî bi tawana “Piştevaniya malî ji terorîzmê” hate destbiserkirin.

Çavkaniyên nûçeya ragehandin ku, ew terorîstê bi eslê xwe Îranî ku navê wî hêj nehatiye eşkerekirin, ji girûpekî bona gehandina alîkariyên xwe, bona cîbicîkirina pîlanên terorîstî mifah sitandiye.

Dozgeriya welatê Kozovo yê serbarê piştrastkirina vê nûçeyê, daxwaz ji dadgeha welatê kiriye ku, ew hemwelatiyê Îranî ji Kozovo yê bê derxistin.

Hêj nehatiye zelalkirin ku ew terorîstê Îranî çi têkiliyek digel terorîzma navnetewî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê heye, jiber ku bi dirêjahiya temenê rejîmê, Komara Îslamî bona karên sîxorî û terorîstî hertim ji cihên diplomatic mifah sitandiye, û bi vî awayî kariye ku azadîxwaz û neyarên xwe di welatê Awrûpayî de teror bike û jinav bibe. Biryara dadgeha Mîkonosê yek ji wan biryaran bû ku dezgeha terora rejîma terorist ya Komara Îslamî ya Îranê da sekinandin.

Hêjayî basê ye ku karbidestên Îranî heya niha tû bertekek ji xwe li hemberî destbiserkirina vê terorîstê, ji xwe nîşan nedane.