Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Tewrêz û Urmiyê xelkê nerazî rijiyane ser şeqaman

21:13 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: piştî vê ku rojnameya “Terh No” bêhurmetî bi neteweya Tirk kir, Tirkên Azerî li Tewrêz û Urmiyê rijiyane ser şeqam û kolanan, û ew bêhurmetiya rojnameya “Terh No” bi tundî mehkûm kirin.

Xelkê nerazî li dijî vê rojnameyê û birêveberên wê, gellek diruşmên tund dan, û daxwaza daxistina vê rojnamê kirin.

Piştî vê ku xelkê nerazî rijiyane ser şeqam û kolanan, hêzên ewlekariyên ên rejîma Îranê êrîşî ser meşvanan kirin û hejmarek ji vî xelkê nerazî girtin.

Eva cara çendê ye ku di van deh salên dawiyê de, Tirkên Azerî li dijî bêhurmetîkirina bi wan di rojnameyan û di kanalên televîzyonî de, dest bi meşên nerazîbûnê dikin.

Heyamekê berî niha kanala 3, ya rejîma Îranê di programeke zarokan de, gellek sivikatî û bêhurmetî bi Tirkên Azerî kir, û di encamê de xelkê nerazî li dijî vê programê daketin qadan, û berpirsyarên Saziya Deng û Reng a rejîmê neçar kirin ku daxwaza lêborînê ji wan bike, û di dawiyê de jî berpirsê vê saziyê ji kar hate dûrxistin.

Hinek ji çavkaniyan ragehandin ku aliyê kêm 20 kes di van meşên nerazîbûnê de hatin destbiserkirin.

Herçend ku heyeta çavdêriya bi ser çapemeniyan de, bi nivîsîn hişdarî dane berpirsyarên hikûmetî, lê Tirkên Azerî vê hişdariyê bi kêm dizanin, û daxwaza daxistina vê rojnameyê dikin, lewra tê çaverêkirin ku bi sedema lênepirsîna cidî ji vê pirsê, meşên Tirkên Azer li Tewrêz û Urmiyê de berdewam bikin.

Rojnameya “Terhê No” di hejmara xwe ya dawiyê de ku roja 30’ê Pûşperê belav bû, di beşa “heftxanê Rostem” de bas ji şahnameya Fêrdosî kiribû, ku tê de sivikatî bi jinan û bi neteweya Tirk hatibû kirin.