Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlementoya Tirkiyê komîsyona lêkolînê li ser derbeya leşkerî wê pêk bîne

21:24 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Pêşniyara pêkanîna komîsyona lêkolînê li ser derbeya lşekerî bi dengê giştî li parlementoya Tirkiyê de hate pejirandin.

Li gora nûçegihaniyan, piştî pejirandina vê pêşniyarê, ku reşnivîsa wê jî hate amadekirin, berpirsyarê girûpa parlemanî a AKP ragehand ku ew rastî saziyeke terorîstî ya îxanetkar hatine, û nûnerê CHP’ê li bajarê Moxlayê Umer Suha Aldan jî ragehand ku dibe endamên vê komîsyonê ji hemû partiyan bi awayekî wekhev bêne diyarîkirin. Wî got mixabin rewşek pêk hatibû ku heya cihgirê serdozgeriyê jî di Enqerê de biryar ji îskortên xwe werdigirt.

Nûnerê MHP’ê Mihemed Erdoxan jî li ser pêkanîna rewşeke aram û destpêkirina diyalogê pêdagirî kir.

Wî ragehand ku dibe em bizanin ka em kîjanî ji kar dûr dixin, û di vê navberê de , em ji armancên xwe dûr nekevin, jiber ku girûpa Gulen dixwaze çewtekariyan bike.

Celal Doxan nûnerê HDP’ê jî piştî pejirandina pêşniyara pêkanîna komîsyon alêkolînê a li ser derbeya leşkerî ragehand, ku dibe em bizanin ka armancên vê derbeya leşkerî çi bûn, û pêvajoya vê derbeyê çawa dest pê kir.

Hêjayî basê ye ku li ser dijberîkirina derbeya leşkerî herçar partiyên sereke ên Tirkiyê hevdeng in, û her derbeyeke leşkerî bi zirara hemû pêkhateyên Tirkiyê dizanin.