Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Demîrtaş: Bila hikûmeta Tirkiyê dest bi gotûbêjan bike

21:28 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)Selahedîn Demîrtaş, bang li PKK’ê û hikûmeta Tirkiyê kir ku ji bo çareseriya pirsa Kurd digel yek civînan pêk bînin.

Li gorî raporên belavbûyî, Selahedîn Demîrtaş, di civîna firaksiyona wê partiyê de, derbarê kodetaya wê dawiyê ya Tirkiyê û herwiha pirsa Kurd, di wî welatî de axivî û got ku, HDP dijî her cure kodetayeke weke kodetayên serbazî yan siyasî yan jî kodetayên postmodêrn e.

Herwiha Dermîrtaş got ku, edî rewşa siyasî a Tirkiyê weke 15’ê Tîrmehê nîne, û her ji ber vê yekê jî dibe ku hem hikûmeta Tirkiyê û hem jî PKK ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd bi hev re bicivin, çimkû heya şer hebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe, û heya rewş wiha be, hinek kes wê bixwazin ji vê rewşa aloz mifahê werbigirin.

Herwiha Hevserokê Partiya Gelan Selahedîn Dermîrtaş, ji rêveberên Tirkiyê xwast ku qedexeya li ser dîtina rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan bê rakirin.