Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên terorîstî yên rejîma dagirker a rejîma Îslamî ya Îranê di herêm û cîhanê de

22:24 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di sêwiya navneteweyî de bûye piştevaneke herî giring a terorîzmê ku beşek ji çalakiyên wê pêk tên ji: Avakirina rêxistina terorîstî ya Hizbulahê li Lubnanê û encamdana çalakiyên terorîstî li Hicaz û welatên herêma kendavê û Erebistana Seûdî û herwiha Iraq, Sûriye û Yemenê.

Em çend nimûneyan ji kiryarên terorîstî yên rejîma Îslamî ya Îranê dixin ber raya we xwendevanan :

1. Danîna bombeyan li Balyozxaneya Iraqê di sala 1981an de ku bû sedema kuştina 61 kesan û birîndarbûna 110 kesên din.

2. Li sala 1983an, danîna bombeyan li Balyozxaneya Amerîka li Beyrutê bi destê Hizbulahê û kuştina 63 kesan.

3. Di sala 1983an de, Sipaha Pasdarên rejîma Îranê, bombeyek li Beyrutê li binkeya çekdarên deryayî yên Amerîka danî ku bû sedema kuştina 241 kesan û birîndarbûna 1100 kes ji personelên hêzên deryayî û xelkê sivîl.

4. Li Sala 1983an, binkeya hêzên leşkerî yên welatê Fransa li Beyrutê bi destê Hizbulahê hate bomberêjkirin ku hevdem bû ligel kuştina hêzên Amerîkî û di vê bûyerê de 64 kes ji hêzên çekdar û xelkê sivîl ên Fransa hatin kuştin.

5. Di heman salê de, karbidestên Hizbulahê û Partiya « Eldewe » bi piştgiriya rêjîma Îranê, çalakiyek li dijî Balyozxaneyên welatên Amerîka û Fransa li Kuweytê û palavgeha nifta wî welatî encam dan ku di encam de 5 kes hatin kuştin û û 8 kes jî birîndar bûn.

6. Di sala 1985an de, hewildan bona terorkirina Emîrê Kuweytê Şêx cabir Ehmed EL Sebah ku serkevtî nebû, lê bû sedema kuştina hejmarek xelkê sivîl.

7. Di sala 1986an de, haydana Hecîyan bo çêkirina ajawe û pirsgirêkan di dema Hecê de bû ku ev yek jî bû sedema kuştina 300 kesan di dema Hecê de.

8. Di sala 1994an de, rayedarên payebilind ên rêjîma Îranê pîlana bomberêjkirina navenda Amiyaiyan li bajarê Bones Ayres a Arjantînê darêtin û rêve birin ku di encamê de 85 kes hatin kuştin û 300 kes jî birîndar bûn.

9. Di sala 1996an de, Hizebulaha Hicazê bombeyek li borca El Xeber li welatê Seûdiye danî ku bû sedema kuştina 120 kesan ku 19 kes jê Amerîkî bûn.

10. Danîn û teqandina bombeyan li welatê Behreynê û bajarê Riyazê di sala 2003an de bi destê rejîma Îranê.

Komên sîxorîkirin û terorîstî yên rejîma îslamî ya Îranê berdewam di dema berê de bi mifah wergirtin ji rê û cihên dîplomatîk û siyasî, dehan kes ji çalakvanên opozîsyon û azadîxwazên kurd û Îranê li welatên ewropayê teror kirine, nimûneyên herî berçav j iwan kiryarên terorîstî şehîdkirina rêberê navdar ê gelê kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û herwiha Dr. Sadiq Şerefkendî ye.