Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ seba koça dawiyê ya “Xalo Husên Koken” daxuyaniyek belav kir

22:25 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ seba koça dawiyê ya Husên Osmanî naskirî bi “Xalo Husên Koken” daxuyaniyek belav kir.

Deqa vê daxuyaniyê weha ye:

Seba koça dawiyê ya “Xalo Husên Koken”


Mixabin roja Sêşemiyê 26’ê Tîrmehê “Xalo Husên Koken” di nexweşxaneya bajarê Pawe de çû ser dilovaniya xwe.

“Xalo Husên Koken” li gundê “Dirole” ya nêzîk bajarê Pawe ji dayîk bûye. Wî di nava dilê çiyayekî nêzîk bajarokê “Bayingan” a ser bi bajarê Pawe de xaniyek ji xwe re ava kir, ku ji çend odeyan û serşokekê pêk hatibû, û heya gora xwe jî di nava dilê vî çiyayî de çê kiribû, û her ew yek jî bibû sedema vê ku navê wî danên Ferhadê duyem.

“Xalo Husên Koken” di dawiya Payîza sala borî de ji razekê re kete xwar, û piştî vê ketinê, kete nav cî de, û piştî jiyê 85 saliyê xatirtê xwe ji nîştimana xwe xwast.

Hêjayî basê ye ku “Xalo Husên Koken” cuda ji hunera xwe kesekî şoreşger û mirovekî xebatkar bû. Heyamekê li Başûra Kurdistanê beşdarî şoreşa Îlonê (Eylûlê) bibû. Heyamekê jî mil bi milê pêşmergeyên PDKÎ di çend cewleyên leşkerî de beşdar bûye. Piştî vê ku gundê Dirole hate girtin, wî digel malbata xwe rû kirin gundê Banewrê û di wir de, dest bi hikolîna çiya kir.

Dem û dezgehên rejîmê, ji riyên cur bi cur ve hewl dank u wî çiyayî û keda destê “Xalo Husên Koken” bixin nava şûnwarên dîrokî de, lê “Xalo Husên Koken” serî netewand û bi wan ragehand ku ew çiya milkê Kurd e, û wî odeyek jî di nav de ji rêberê PDKÎ re çê kiriye. Ew helwesta şoreşgerane û xebatkarane ya “Xalo Husên Koken” bibû cihê hêvî û dilgermiyê ji ciwanan û têkoşerên herêmê re.

Em li ser navê Komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ sersaxiyê dibêjne kes û karê xwedê jê razî, û xelkê navçeyê, û tev welatparêzên Kurdistanê. Guman tê de nîne, ku koça dawiyê ya Xalo Husên xisareke mezin bû ji bo civaka Kurdistanê, û xemeke giran li ser dilê ciwanên xwedîhest û welatparêz ên Kurdistanê danî.

Em hêvî dikin ku kar û kiryar û exlaqê şoreşgerane yê Xalo Husên bibe mînak û rêbaz ji bo ciwanan û xelkê şoreşger ê Kurdistanê. Yad û bîra wî bi xêr be, û riha wî şad be.

PDKÎ
Komîsyona Teşkîlat

27.07.2016
06.05.1395