Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hîlarî kilînton bûye berbijêra fermî ya Demokratên Amerîkayê

20:58 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat ya Amerîkayê di civîna xwe ya dawiyê de, ku şeva Çarşemiya derbazbûyî li Eyaleta Fîladêlfiyayê lidar xist, Hîlarî Kilînton weke berbijêra fermî ya partiya xwe bona hilbijartinên dahatî ên serkomariya Amerîkayê, ku di meha Çiriya Paşîn ya sala dahatî de wê bi rê ve herin, hilbijart.

Hîlarî Kilînton a 68 salî di dîroka Amerîkayê de yekemîn jin e ku di partiyeke mezin yê weke Demokrat de, bona hilbijartinên posta serkomariya Amerîkayê, tê berbijêr kirin.

Kilînton karî ku di Eyaleta Dakota ya Başûr de, 2 hizar û 382 denga bidest bixe, û li hemberî Sêndêrz yê hevpartiyê xwe biser keve, û bibe rikeberê Donald Tiramp yê Komarîxwaz di hilbijartinên sala dahatî ya Amerîkayê de.

Hêjayî basê ye ku xincî Sêndêrz ê Demokrat, Barak Obamayê serkomarê Amerîkayê jî, piştevaniya xwe bona hilbijartina dahatî yê serkomariya Amerîkayê dane, Hîlarî kilînton.