Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan û Kowêytê seba bezandina sînorên wan yên avî, li “NU” sikala li ser rejîma Îranê tomar kirin

21:11 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Nawenda nûçegihaniya fermî ya welatê Kowêytê ragehand ku, Erebistana Si’ûdî û Kowêytê, seba bezandina sînorên wan yên avî, sikalayek li Rêkxistina “NY” li ser rejîma Îslamî ya Îranê tomar kirine.

Erebistan û Kowêytê roja Sêşemî berwarê 26’ê Tîrmeha 2016’an, di nameyekî de ku bo “Ban Kî Mon” ê sekreterê giştî yê “NY” şandine, nivîsandine ku, rejîma Îslamî ya Îranê ji rêya belemên xwe yên leşkirî ve dadikeve nava sînorên wan yên avî de.

Si’ûdî û Kowêyt di nameya xwe de daxwaza bidawîanîna wan sînorbezandina ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve dikin, û hevdem daxwaza destpêkirina danûstanên derheq bi diyarîkirina, sînorên avî ên di navbera xwe û rejîma Îranê de kirin.

Lê hêj li hember sikalaya Erebistan û Kowêytê, rayedarên rejîma Îslamî ya Îranê tu bertekek ji xwe nîşan nedane.

Eva di demekî de ye ku her du welatên Kowêyt û Erebistanê liser sînorên xwe yên deryayî lihev kirine, lê rejîma Tehranê nerazîbûna xwe di vê derheqê de nîşan dan û ragehand ku, lihevkirina wan du welatan deshilatdariya rejîma Îranê, li avên Kendawê kêm dike.