Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî Bîstê

22:28 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kerîm Perwîzî

Roja 7’ê Gelawêjê (28’ê Tîrmehê) rojeke reş di dîroka destdirêjî û tawankariya Wilayeta Feqîh de ye. Sala 1375’an (1996), di rojeke wiha de, hêzên dijî gelî û dijî mirovî ên pasdarên terorîst, 200 km çûne nava xaka Kurdistana Başûr de, û bo heyama 12 demjimêran binke û baregehên pêşmergeyên PDKÎ û herwisa mal û cihê jiyana jin û zarokên Kurdên Rojhilat, ku wan jiyana awareyiyê ji bindestiyê pê baştir bûn, dane ber top û katyoşayan.

2 hezar kes hêza bêvijdan û kirêgirtî, ji tîpa Ensar û topxaneya Zulfeqar û leşkerê Aşûra ya Tewrêzê, û caş û kirêgirtî kom kirin, û li ser bilindahiyên Heybet Sultan, û Simaqolî û Kamoskê cihgir kirin, û hêz şandin bajarokê Teqteqê, da ku li aliyê piştê re êrîş ser pêşmergeyan bikin.

Ew hêzek bûn ku hatibûn anîn, da ku azadiyê bifetisînin, û hatibûn da ku çavkaniya xebat û xweragiriyê hişik bikin, û jin û zarokan cînosayd bikin. Hêza Spaha Pasdaran a terorîst li jêr fermandariya Sehrarûdiyê terorîst de anîbûn, da ku piştî terorkirina rêberên şehîd vê carê xwendingeha azadiyê bi yekcarî dabixin. Ew xwendingeha ku Qazî û Qasimlo û Şerefkendî avakerê wê bûn.

Spaha Pasdaran ku ji hêla celladê Cemaranê ve hatibû şandin, wisa dizanî ku piştî terorkirina Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî niha êdî dibe xwendingeha azadiya Kurdistanê kavil bike, û ew hêza qirêjxwar û dijî mirovî anîbû ser baregehên pêşmerge, û ser malên jin û zarokên rûsor û serbilind.

Niha êdî 20 sal bi ser vê rûpela reş ya dîrokê re derbaz dibe, rûpelek ku hildana wê, şerm û rûreşiya ji bo biker û birêvebirên wê, bi bîr tine. Herwisa hildana wê rûpela reş, vê yekê bi bîr tîne, ku çi wê demê ku bi serşorî vegeriyane nava mozelana terorîstan, û çi jî niha ku piştî 20 salan, xwendingeha azadî ya Rojhilat li ser piyan e, û berdewam xortên azadîxwaz perwerde dike, nîşaneke heta-hetayî ye, ji şikesta dêwê serberedayî, û reh û rîşe dakutana mafxwazî û azadîxwaziyê di nava neteweya serbilind ya Kurd de.

20 salan berî niha Spaha Pasdaran a terorîst 2 hezar terorîst ji binkeyên terorîstî wergirtin, û birin ser xaniyên jin û nzarokên Rojhilata Kurdistanê, û 12 demjimêran bê rawestan, top û katyoşa bi ser wan de barandin, lê xwendingeha azadîxwaziya Rojhilat “rasan” a nû ya gel dest pê kiriye, û Spaha Pasdaran a terorîst jî di nava kûrahiya xaka Kurdistanê de, hêza wê ya kirêgirtî guh nadinê, û ew jî neçar man e, ku bi dehan kesî ji wan destbiser bikin, ku amade nebûne digel pêşmergeyan şer bikin.
20 sal berî niha hekî Spaha Pasdaran a terorîst hêza mêjîşûştî hebû, ku amade bûn herin buheştê, niha seranên vê Spaha Pasdaran a terorîst bi perê sedan milyonî nebe, amade nînin kincê serşoriyê yê Spaha Pasdaran li xwe bikin. Xortên xwendingeha azadiyê jî bi bawertir ji caran, bi destê vala, û bi îradeya qahîm berdibin canê hêza hov ya rejîmê, û destanrêsiyên nû diafirînin, ku nimêja Înê ya Tehranê jî dixe lerzê.

7’ê Gelawêjê, dîrokeke reş û pirr ji şermezarî ye, bo bivirê rêdînî û deskên wê, û “rasan” a gelî ya Rojhilata Kurdistanê jî, heya birrîna hemû deskên biviran, û şikandina dev û limozê bivirê rêdînî, wê berdewam bike.

border=0

border=0