Kurdistanmedia: PDKÎ bi merema berfirehtirkirina xebata li dijî rejîma Îslamî ya Îranê, di çarçoveya gotar û stratejiya nû ya “Rasan” a li Kurdistana Rojhilatê de, digel her yek ji partiyên Kurdistana Rojhilat kom bû.
Di Newroza îsal de PDKÎ di çarçoveya gotar û sitratejiya nû ya zîndîkirina “Rasan”ê li Kurdistana Rojhilat, di pêxema têkiliya bi xelkê xwe re û vegeşandina rehendên xebata rêkxistinî û cemawerî, heya niha beşek ji baştirîn xortên Kurdistanê canê xwe gorî kirin, lê armanca sereke ya tevlîbûna ducarî bi civakên xelkê Kurdistanê re, derket holê û nîşanda ku, deshilata leşkirî û ewlehî yê rejîma Îslamî ya Îranê li hemberî îradeya xebatkarên wan de, tişteke saxte û destkirde.
Di encama têgihîştina hertimî û encama sitratejiya nû ya PDKÎ, weke hemîşe PDKÎ liser vê baweriyê ye ku, dujminê sereke yê gelê Kurd, Komara Îslamî ya Îranê ye, û li hember wê de jî, xelkê Kurdistana Rojhilat serbarê hêzên xwe yên xebatkra, xwediyê ezmûn û rêkxistin û pirogramên siyasî ne. Lewra bi vê têgihîştin û sitratejiyê, di heyamên derbazbûyî de PDKÎ li sat berpirsatiya xwe ya siyasî, rû li partî û aliyên siyasî ên Kurdistana Rojhilat kir, da ku hilgirê vê peyamê be ku siyratejiya girêdana xebata bajar û çiya, sitratejiyeke nîştimanî û netewî ye, û hewce ye ku hemû hêzên siyasî ên Kurdistanê, bi bê liberçavgirtina ferq û cudahiyên fikrî û rêkxistinî ên di navbera wan de, bikarin di qada berbirûbûna vê rejîma dagîrker de, bona bidestxistina mafên rewa ên xelkê Kurdistana Rojhilat, xebata xwe hemaheng û berfireh bikin.
Bo vê meremê jî şandeke rêberiya PDKÎ bi serperestiya “Mihemmed Nezîf Qadirî” Endamê Deftera Siyasî, li gorî bernameyeke darêtî, serdana partî û aliyên siyasî ên Kurdistana Rojhilat kir, û bi giştî di encama wan kombûn û çavpêketinên ku digel partî û aliyên siyasî ên Kurdistana Rojhilat hatine encamdan, mijarên ku têkilîdar bûn bi sitratejiya xebata hevpar li Rojhilat û herweha çavaniya hemahengî û hevkariya hêz û aliyên siyasî di warên curbicur ên vê xebatê de, ketin ber bas û nîqaşê, û her yek ji aliyên Rojhilat jî bi nêrîna xwe, ev pêngava PDKÎ bi pêngavek baş û erênî nirxandin, û bi hembêzek vekirî hevkariya hevpar li Kurdistana Rojhilat weke hewcehiyeke îroyî dan zanîn, û bi vê meremê jî, amadeyîya xwe derheq bi têkiliyên berdewam di warê pirektîk de nîşan dan.
Ew partî û aliyên siyasî ku bi vê meremê serdana wan hatiye kirin pêk tên ji:
- Komeleya Şoreşgêr ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
- Sazmana Kurdistanî ya Hizba Komonîst ya Îranê (Komele)
- Hevrêyên Pêşîn
- Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
- Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê
- Yekitiya Demokrat a Kurdistanê
- Yekitiya Şoreşgêrên Kurdistana Îranê

PDKÎ bona xebata li dijî rejîma Îranê, digel partî û aliyên siyaî ên Kurdistana Rojhilat civiya