Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî riya azadiyê çû ber dilovaniya Xwedê

15:40 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî rêya azadiyê di temenê 85’saliyê de, li devera ‘’Jawero’’yê, çû ber dilovaniya Xwedê.

Li gor nûçeya gehiştî bi malpera Kurdistanmedia, Roja Sêşemî 5’ê Gelawêja 1395’ an ya Rojî, dayîke ‘’Nazê Kohî’’ dayîka şehîd ‘’Beşîr Subhanî’’ bi sedema kalî û navsaliyê, li gundê ‘’Gowaz’’ a ser bi devera ‘’Jaweru’’yê çû ber dilovaniya Xwedê.

Dayîke Nazê jineke dilsoz û nîştîmanperwer û hizbdost bû, û hertim alîkara xebata rewa ya PDKÎ bû.

Termê dayîke Nazê di nava girseya xizm, kes û kar, û xelkê gundê Gowazê û gundên vê dewerê de, bi axê hate spartin.

Şehîd ‘’Beşîr Subhanî’’ kurê Nazê kohî, pêşmergê PDKÎ, di roja 23’ê Rêbendana sala 1363’an a Rojî, li şerekî navxweyî a kurdistanê de, li herêma ‘’Wişkelan” a Merîwanê de şehîd bû.

PDKÎ sersaxiya xwe dibêje malbat, xizm, û kes û karên dayîke Nazê, û xwe şirîkê xema jidesdana dayîke Nazê dizane, û cihê wê biheşta berîn be.