Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Faşîzma rû li mirinê

21:30 - 8 Tebax 2016

Kerîm Perwîzî

Şovînîzmê, reh û rîşe û derbazbûyiyeke dûr û dirêj di nava kultur û wêjeya Farsî de heye. Ji serdema ostûre û çîrokên kevn ve bigre, heya serdema dîroka kevn û diyar. Di vê ostûreyê de berdewam xeyrî Fars wekî dêw hatine naskirin.

Di dîroka nivîskî de jî, Hexamenişî xwe bi aqilmend û yên derveyî xwe bedfer didin zanîn, û Daryoş Giyomata dixe bin piyên xwe de, û ketîbeyê jê çê dike.

Piştre jî di şahnameya Ferdosî de, ew şovînîzm û mezinxwazî digihîje kopîtkê û, hemû şahname dibe sivikatî bi gel û neteweyên din ên cuda ji Fars.

Ya ku di serdemên kevn de, û di dîroka bixwîn ya mirovahiyê de hebûye, reh û rîşeya şovînîzmê di nava piraniya neteweyan û bi taybetî dagîrkaran de bûye, û taybet bi neteweya Fars nîne.

Lê di serdema nêzîk de, û bi taybetî piştî tawanên Hîtler û Mosolînî, û piştî hovîtiyên Rezaxan û Ataturk, êdî şovînîzm û mezinxwazî li cem hemû neteweyên cîhanê, hêjayî şermezarkirinê ye, û bi hemû hêz û şiyana xwe ve, tê retkirin, û di nav her neteweyekê de, hekî kêmekê jî, girûpeke biçûk rûçikeke şovînîstî û faşîstî ji xwe nîşan bide, hemû netewe û xelk bi hev re dijberiya wê dikin.

Ya ku cihê heyrîmanê ye, ew e ku di nava neteweya Fars de, hêla jî rehên şovînîstî bi hêz in,û hêla jî bihêz e, ew hizra ku xwe bi sivikatîkirina bi neteweyan, û xelkê din, pênase dikin. Bîrokeya rizî û kevneperestane, ên wisa jî tê de hene, ku dibêje ezê Îranî (yanî Fars) ew im ku wekî Tirk û Kurd û Ereb û belûç û Lur û Gîlekî û …hwd paşvemayî nînim!.

Bi taybetî ku niha dengê nerazîbûnê yê xeyrî Farsan di Îranê de bilind bûye, û neteweyên Kurd û Tirk û Belûç û Ereb û Lor û …hwd, xebata wan pirr bihêztir bûye, û sivikatiya şovînîstî rîşedartir, û tundtir dibe.

Her rojê, û ji kuncekê ve, di ew qasê bêhêziya fikrî de, sivikatî bi gel û neteweyekê di Îranê de dikin, û ew yek nîşanderê perîşaniya faşîzmê ye, ku di bereberê rûxana xwe de, êrîşî ser derdorê dike.
Helbet hemû Farsek, û hemû neteweya Fars wisa nînin, û em nikarin hemû neteweyekê wekî faşîst bi nav bikin, lê erka li ser milên azadîxwazên Fars e, ku berî hemiyan vê faşîzmê şermezar bikin, her wekî çawa ku di Almanyayê de, berî hemûyan, Almanî serhildana girûpa nazîstî şermezar dikin.