Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Muhsin Rizayî îdi’a dike ku manora Spaha Pasdaran, balyozên Ewropî vegerandin

21:49 - 9 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Muhsin Rizayî debîrê (kargêrê) Konseya Diyarîkirina Berjewendiyên Nizamê, bi weşandina nivîsekê di Înistigramê de, vegeriyana balyozên Ewropî bo Tehranê vegerande bo manora leşkerî ya Spaha Pasdaran.

Pasdar Muhsin Rizayî bi weşandina weneyeke kev ê Xamineyî ku di nav hêzên Spaha Pasdaran a terorîstî de amade bibû, û bi baskirina bîrweriyên salên dawiyê ên dewleta Refsencanî, ragehand ku ew manor bû sedema bihêzbûna pêgeha siyasî û otorîteya wan di herêm û cîhanê de.

Wî herwisa nivîsand: “Di salên dawiyê ên dewleta Refsencanî de, balyozên Ewropî bi hev re çemendanên xwe rakirin û çûn, û bi vî rengî, li pey çareseriyê digeriyan”.

Muhsin Rizayî îdi’a dike: “Wê demê me manorek bi rê ve bir, û rêber jî tê de beşdar bû, û coşeke taybetî da vê rêûresmê, û peyameke bihêz ji cîhanê re şand, ku piştre balyozên ku çûbûn, vê carê çemedanên xwe hilgirtin û hatin Îranê”.

Hêjayî basê ye, piştî vê ku rejîma Îslamî ya Îranê, û berpirsyarên payebilind ên rejîma Îranê derheq terora rêberên PDKÎ di Almanyayê de hatin şermezarkirin, welatên Ewropayaî balyozên xwe ji Tehranê vexwandin, û têkiliyên xwe ên aborî xwe digel Îranê bo heyamekê ragirtin.

Wê demê hewldan bo vegeriyana van balyozan yek ji kêşe û serêşiyên herî mezin ên rejîmê bû, û rast wê demê bû, ku berpirsyarên rejîma Îranê neçar bûn, ku nimayişekê bi navê “Îslahat” bi rê ve bibin, ku di dawiyê Mihemed Xatemî wekî serkomar hate hilbijartin.

Bandora hukmê dîrokî ê dadgeha Mîkonosê li ser rejîmê bi qasekî bû, ku heyamekê berî niha rêberê rejîmê, di dema hevdîtina bi endamên Meclisa Xibrigan re, wekî bûyereke tal bas ji vî hukmî kir.

Di terora Mîkonosê de, Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê, Haşimî Refsencanî serkomarê wê demê ê rejîmê, Elî Felahiyan Wezîrê Îtila’atê, û Elî Ekber Wilayetî wekî biryarderên vê terorê hatin naskirin.

Roja 17’ê Îlona sala 1992’an di dema êrîşa terorîstên rejîma Îranê, di restorana Mîkonosê de, Dr. Şerefkendî, sekreterê giştî ê PDKÎ, digel Fetah Ebulî, endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ, û Hemayon Erdelan nûnerê PDKÎ di Almanyayê de hatin terorkirin.