Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdoxan serdana Potîn kir, û spasiya navbirî kir

20:14 - 10 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Erdoxan ragehand ku em dikarin têkiliyên xwe bi Rûsiyê re bihêz bikin.

Piştî têkçûna têkiliyên di navbera Rûsiye û Tirkiyê de, Erdoxan roja borî xwe gehande Rûsiyê, û Rûsiye wekî “dostê hêja” bi nav kir.

Navbirî got em amade ne ku li ser avakirina yekemîn dezgeha berhemanîna enirjiya navikî digel Rûsiyê li hev bikin.

Di meha Novembera sala borî de, dema ku Tirkiyê cêteke Rûsî xiste xwarê, têkiliyên wan têk çûn. Wê demê Erdoxan gellek bêminetane ragehand me di çarçoveya parastina sînoran, ew balafir xiste xwarê, û dibe Rûsiye hedê xwe bizane.

Li gora zanyariyan, piştî têkçûna van têkiliyan, Rûsiyê tehrîmên ticarî xistin ser Tirkiyê, û hejmara torîstên Rûsî ku serdan Tirkiyê dikirin, %87 kêm kir.

Têkiliyên Tirkiyê cuda ji Rûsiyê, piştî derbeya leşkerî digel Ewropa û Amerêkayê jî ber bi sarbûnê ve çû, û Erdoxan dixwaze serdana Rûsiyê bike destpêkek, bona danîna bingeheke qahîm bona têkiliyên bi wan welatan re jî.