Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Saziya Besîc: Xelk ji encama gotûbêjan nerazî ye

20:20 - 10 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Mihemedriza Neqdî Serokê Saziya Besîc, bas ji gotûbêja bi Rojavayiyan re kiriye, û ragehandiye ku hekî em bi nermî digel wan serederiyê bikin, ew berevajî reftara xwe diguherin.

Serokê Saziya Besîc, derheq lihevkirina navikî bi Rojavayiyan re got: “Heta kesên ku pêdagirî li ser gotûbêjan dikirin, û li ser vê baweriyê bûn, ku gotûbêj rewşa me baştir dikin, niha hatine ser vê baweriyê ku ew gotûbêj bê bandor bûn”.

Navbirî gotûbêja digel Rojavayiyan wekî “qanûna cengel” (yasaya daristanan) bi nav kir, û got ku hekî em di hemberî wan de lawaz bin, ewê me bixin bin dest û lepên xwe de.

Navbirî di beşeke din ya axivtina xwe de got: “Ew balafirên ku zarokên Yemenî dikujin, ji aliyê zanayan ve hatin çêkirin, lê ew zana zordar in, û dibe ku em van vê zanistê ji destê wan de derxînin, da ku ew nekarin cinayetan bikin.

Helbet navbirî bas ji vê jî nekir ku destêwerdanên rejîma wî di nava karûbarên welatên herêmê û bi taybetî di nava karûbarên Sûriye, Lubnan, Yemen û Îraqê de, çiqas derbê li ewlehiya wan welatan dide, û dibe sedema kuştina bi hezaran zarokên bê tawan di van welatan de.