Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriye bûye goristana endamên Spaha Pasdaran

21:50 - 10 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Pênc endamên din ên Spaha Pasdaran a terorîst di şer û pevçûnên Sûriyê de hatin kuştin.

Ew pênc pasdar di şer û pevçûnên bajarê Helebê li Bakura Sûriyê hatin kuştin, ku di nava van terorîstên kuştî de, efserekî Spaha Pasdaran bi navê “Elî Nezerî” cihgirê gordana Hemze (Sabirîn)ji tîpa taybetî a naskirî bi “Mexsûs Elmêhdî” berçav dikeve.

Navê van çar endamên terorîst ên din “Sêyêd Xulamhusên Mûsewî, Ferîd Kawyanî, Mihemed Hesen Qasimî û Nasir Celîlî hatiye ragehandin, ku li bajarê Helebê ji aliyê dijberên Esed ve hatine kuştin.

Eva jî di demekê de ye, ku nûçegihaniya Fars ya ser bi Spaha Pasdaran a terorîst belav kir ku hêzên rejîma Îranê, milîşên terorîst ên Hizbullaha Lubnanê, Hizbullaha Îraqê, Milîşên Fedayî ên Felestînê, Gurdana bergiriya millî, û arteşa Sûriyê, amade ne ku êrîşî ser başûra Rojavaya Helebê bikin.

Roja Yekşemiyê 10’ê Gelawêjê jî, 3 endamên din ên Spaha Pasdaran û 8 endamên Hizbullaha Lubnanê hatin kuştin.

Li gora amaran heya niha zêdetir ji 700 kes ji endamên Spaha Pasdaran, li şerê Sûriyê d ehatine kuştin.

Beşdariya berçav ya hêza Spaha Pasdaran li şerê Sûriyê de, û piştevaniya wan ji Beşar Esed û dabînkirina çek û teqemeniyan bo wan bûye sedema vê ku opozisyona Sûriyê ragehîne ku: “Eva Spaha Pasdaran e ku di Sûriyê de deshilatdar e, ne Esed”.