Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê xaka Herêma Kurdistanê topbaran kir

17:42 - 11 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Rejîma dagîrkar a Îslamiya Îranê, di doma destdirêjiyên xwe de, herêma Sîdekan topbaran kir.

Îro pêncşemiyê, 11’ê Tebaxê, cardin rejîma Îranê dest bi topbarankirina herêmên sînorî ên Sîdekan li Herêma Kurdistanê de kir.

Li gora raporan, rejîma dagîrkar a Îslamiya Îranê, di doma destdirêjiyên xwe de, herêmên Berbizîn û Seqerê topbaran kirin, û gellek zirar gihîşte zewî û zar, û bax û rezên xelkê vê herêmê.

Herwisa li gora van raporan, topbarana rejîma Îranê, heya niha berdewam dike, û tu zirareke canî heya niha li pey xwe tunebûye.

Hêjayî basê ye, ku di meha Pûşpera îsal de, cardin ew herêm hatin topbarankirin, û rejîmê her wê demê jî gefa domandina topbaranê xwar.