Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bi qsê 1Milyard Euro çek û teqemeniyan difiroşe Erebistanê

18:09 - 11 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Dewleta Amerîkayê biryara firotina biqasê 1 milyard Euro, çek û teqemeniyên giran bi Erebistana Si’ûdiyê re pejirand.

Roja Sêşemî berwarê 9’ê Tebaxa 2016’an, Pêntagonê eşkere kir ku, Wezareta Karê derve yê Amerîkayê razîbûna xwe li hemberî şandina 153 Tank, 419 Tîrbarên giran bo Erebistana Si’ûdiyê nîşan daye.

Pêntagonê herweha regahand ku xincî van çek û teqemeniyan, wê tirûmbêlên şerr ên gule nebir û xompare avêj û cek û cibelxaneyên din jî ji Riyazê re bên şandin.

Hatiye ragehandin ku bona şandina wan cek û teqemeniyan, gerek Kongireya Amerîkayê jî razîbûna xwe nîşan bide.

Rayedarên Amerîkayê di vê derheqê de ragehand ku Erebistana Si’ûdiyê yek ji hevalbendên sereke yên Amerîkayê ye ku di ewlehiya siyasî ya herêma Kendawê de xwedî rolekî berçav e, lewra firotina wan çek û teqemeniyan wê di xizmeta hewalbendeke sitratejîk ya herîmê de, wate di dawiyê de di xizmeta ewlehiya Amerîkayê de be.

Eva di demekî de ye ku Erebistana Si’ûdî di kowalisyonekî bi rêberiya Amerîkayê de ye ku li dijî Dewleta Îslamî naskirî bi DAÎŞ’ê şer dikin û hevdem, serokatiya kowalisyonekî leşkirî li dijî çekdarê Hûsiyan di Yemenê de dike.