Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî kurdistanê koça dawiyê kir

20:50 - 18 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Hecî ‘’ Elî Ekber Rewşenî ‘’ bavê şehîd ‘’Elî Eşref Rewşenî ‘’ xelkê dewera Leylax a bajarê Dêwollanê koça dawiyê kir.

Li gora nûçegehaniya kurdistanmedia, roja Yekşemî rêkevt 22’ê Gelawêja sala 1395’an Hecî Elî Ekber Rewşenî bavê şehîd Elî Eşref Rewşenî xelkê gundê ‘’Asiyawcu‘’ ê ser bi dewera Leylax a bajarê Dêwollan ê xatirê xwe ji jiyanê xwast.

Navbirî kesayetiyekî binavûdeg û cihê bawera xelkê dewerê bu.
Şehîd E’lî Eşref Rewşenî, pêşmergê PDKÎ, rêkevt 25’ê Banemera sala 1359’an ya Rojî ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê ve, li bajarê Hemedanê hat Îdamkirin.

PDKÎ sersaxiya xwe li binemale, û xizm û kesûkarên xwedê jê razî ‘’Hecî E’lî Ekber Rewşenî’’ dike, û xwe şirîkê xema wan dizane.