Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê pêşmergeyeke PDKÎ koça dawiyê kir

22:04 - 20 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Seyîd “Sabir Secadî” bavê Hayide Secadî, pêşmergeya PDKÎ, li bajarê Merîwanê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Înê 29’ê Gelawêjê Seyîd Sabir Secadî bavê Hayide Secadî pêşmegeya PDKÎ di temenê 60 saliyê de li herêma Kanîdînar a Merîwanê xatirê xwe ji jiyanê xwast.

Navbirî kesayetiyekî xweşnav û cihê baweriya xelkê herêmê bû, ku hemû demekê bi şanazî ve bas ji pêşmergebûna keça xwe di nava refa PDKÎ de dikir. Termê navbirî di nava girseya xelkê herêmê de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje xizm û kes û karê Hayide Secadî û xwe hevparê xema wê dizane.