Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Dîlokê di nav şahiyekê de teqîn pêk hat

21:01 - 21 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Di encama êrîşeke xwekujî de, li Dîloka Bakura Kudistanê bi dehan kesî hatin kuştin, yan jî birîndar bûn.

Li gora nûçegihaniyan, di encama êrîşa xwekujî ya li dijî şahiyekê, li navçeya Şahînbey ya Bakura Kurdistanê aliyê kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da, û nêzî 100 kesî jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim piştî êrîşê ji Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, û Parêzgarê Dîlokê zanyariyên zêdetir xwastin, û piştre ji cîgirê xwe Mehmet Şîmşek, Sekreterê Giştî yê AKP’ê Ebdulhemîd Gul, û parlementerên bajar xwest biçin Dîlokê.

Her di vê derheqê de parlamenterê AKP’ê yê Dîlokê Şamîl Tayar jî got: Li gora agahiyên ku ketine destên me de, êrîş ji aliyê DAÎŞ’ê ve pêk hatiye. Herwiha li gora agahiyên navbirî herî kêm 100 kes birîndar bûne, û di nava wan birîndaran de gellek kes jî bi giranî birîndar in.

Civata Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ew êrîş li daweta endamên partiya wan de hatiye encamdan, û diyar kir ku ew weke HDP, hem wan êrîşkaran, û hem jî hêzên ku piştevanên wan êrîşkaran in, şermezar dikin.